ŞOREŞGER Mîr CELADET ALÎ BEDIRXAN

  Mîrza RONÎ

 Mîr Celadet Alî Bedirxan; kurê Emîn Alî Bedirxan, neviyê Mîr Bedirxanê Botan e. Celadet biçeka xwe a şûna gûlleya hibir têde, şoreşek çandî pêk aniye. Bi pênûsa xweyî di xerîbiyê de hîmê zimanê kurdî nûvejen kir û şoreşek ji bo zimanê kurdî da destpêkirin.
   Şoreş û şoreşgerî ne karek hêsane, herkes hêsanî nikarê bi bêjê ez şoreşgerim û şoreşê pêk bînê. Kesayetên mîna mîr Celadet di doza xweyî kurdewar de hertim xwedî biryar û bîrdozî bû. Di emrê xweyî tekoşer de Celadet hertim bi doza xwe re dilsozbûye.
Berî tekoşîna xweyî Şamê, şoreşgeriya xwe bi çeka gûlleyî dimeşand. Lê piştî tekçûna serhildana Agiriyê êdî Celadet çeka xwe digûhere û dirajê çeka hibrî. Celadet ji bo zimanê kurdî li heremên serhat û bajarên kurdan gelek geriyaye, bi gelek kesan re daye û standiye, axiviye. Her dengê ku Celadet ji devê kurda dibihîst ji xwere dikir riya şoreşa çandî. Piştî Celadet hîmê zimanê kurdî fêm dike êdî hedî, hedî li ser alfabeya zimanê kurdî dixebitê. Li gor dengê ku ji kirika mirovê kurd derdikevê dikevê nava hewldanade da ku alfabeyek rast ji bo nivîsandina zimanê kurdî birêsê. Bi zimanzaniya xwe Celadet Alî Bedirxan bihestên netewperweriyê dest bi şoreşek nû dike û dest tavêjê çeka zimanê kurdî. Dinav parçebûna axa kurdistanê de tevlîheviya zimanê kurdî dibînê û li Şamê dest bi xebatan dike. Ji binemala Bedirxaniyan em bigirin heta şoreşgeriya Celadet hertim dilê wa ji bo kurd û kurdistanê jeniye. Lê dilê Celadet gelekî ji bo zimanê kurdî êşiyaye û dermanê zimanê kurdî geriyaye. Bi metoda alfaba latînî Celadet alfebeya zimanê kurdî ji nû vê rista alfabê derdixê û sih û yek tîpên alfaba latînî ji bo karanîna zimanê kurdî pêk tînê. Ku em bibêjin beriya xebata Celadet giranî alfaba erebî û kirîlî zimanê kurdî dihat nivîsandin, lê bi metoda Celadet li ser alfaba latînî danî û li gor deng û kirika ku ji dengê mirovê kurd derdikevê alfaba latînî yek û yek lê tê. Ango ev tîpên ku ez niha pê kîte û hevokan dinivîsim saya serê şoreşa Celadet û keda wî ye.
   Dema Celadet kedek giranbûha ji bo alfaba kurdî dimeşînê êdî xebata xwe berbi derxistina kovara dîrokî, kovara ‘‘Hawar’’ê de dibê. Mirov dikarê bibêjê tenê bi serê xwe û pênûsa xwe li Şamê dest biderxistina kovara Hawarê dike. Kovar ji bo wî rêxistinek civakî bû. Jibona wê çendê 15 Gûlana 1932’an de hêjmara kovara Hawarê bi kedek xizanî û serbilindî derdixe. Dema mirov vê şoreşgeriya Celadet a ji bo kurd û kurdî dinêre; stratejiya şoreşek netewî bi çeka ziman têde heye. Di hejmara yekemîn a Hawarê de wiha aniye ziman ev fikra xwe ya stratejîk. ‘‘Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike…’’ Herwiha dîsa bigotina xwe ‘‘gelê bindest, xwe bi du çekan ji serdestên xwe azad dike. Yek ziman û yek jî ol. Lê heke ola bindest û serdest yek be wê demê yek çek dimîne di destê bindest de. Ew jî ziman e.”di van hevokên ku Celadet anîne ziman, mirov dibînê ku Celadet şoreşa dilê xwe û riya azadiya netewa kurd; bi çeka zimanê kurdî û zanînê didê bilind kirin. Kovara Hewarê jibo meqseda xwe a stratejîk bi rêxistinî diweşînê. Wî demî bi riya Hewarê gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd dibin banê Hawarê de kom dike. Cegerxwîn bi çeka xweyî helbaestî, Osman Sebrî çeka xweyî wejeyî cihê xwe dinava şoreşa Hawar û Celadet de digirin. Herwiha Celadet bixwe jî, bi gelek nava ji bo hejmarên kovarê nivîs nivîsandine.
   Bi saya şoreşgeriya Celadet a zimanê kurdî îro em rehetî dikarin bi zimanê xwe bi nivîsin û bixwînin. Gelo heke Celadet ew karê dîrokî pêk ne aniya, me bi kîjan alfabê zimanê xwe bi nivîsta. Dema mirov kûr liser xebata Celadet dayî meşandin binêrê mirov hingî şoreşgeriya Celadet baştir fêm bike.
  Lê tiştek ne xweş heye hertim qedrê şoreşgeran dereng tên naskirin. Kesên wek Celadet Alî Bedirxan bi keda destê xwe û hêviya serfiraziya gelê xwe tekoşîn li ser milê xwe û çend hevalên xwe meşandiye. Gelek caran heqê çapkirina kovarê dest ne xistiye. Lê dîsan jî ji bo doza zimanê xwe bi xîzanî jî be, ewî şoreşa dilê xwe pêş de biriye. Lê mixabin feleka xayîn ew bê deng digirt û dema di nava erdê pembû de, ji bo avdaniya pembûyê xwe jenetorê jibo av kişandinê datînê ser devê bîrê û dema diceribênê ax dibin lingê wîde dihezê, dişemitê û dikevê bîra qederê de, giran birîndar dibe. Bîra qederê şoreşger Celadet Alî Bedirxan nasnakê û ewî tevlî refê nemiran dike û Celadet li Şamê 15 Tîrmeha 1951’an de, diçe ser dilovaniya xwe. Li goristana şêx Xalidê Neqşîbendî, li kêleka bapîrê wî Mîr Bedirxan hatiye veşartin. Li ser qebra wî hevalê wî Qedrîcan wiha nivîsiye ‘‘Mîrê kurd, lawê kurdistan. Neviyê Bedirxan Celadet. Fedekar xwediyê himmet, cendekê wî ku di vir de binax bû, giyanê wî bilindî asîman bû. Ne miriye zindiye navê wî ebediye.’’

* Ev nivîs min ji bo rasthatina salvegera mirina nemir mîr Celadet Alî Bedirxan nivîsiye. Li vir, ez wî û giyanê wî bîr tinim û bilindkirina tekoşîna doza wî dikim. 

Mîrza Ronî

Cizîra mîr Şeref, Cizîra Botan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…