Mîrza RONÎDema Celadet kedek giranbûha ji bo alfaba kurdî dimeşînê êdî xebata xwe berbi derxistina kovara dîrokî, kovara ‘‘Hawar’’ê de dibê. Mirov dikarê bibêjê tenê bi serê xwe û pênûsa xwe li Şamê dest biderxistina kovara Hawarê dike. Kovar ji bo wî rêxistinek civakî bû. Jibona wê çendê 15 Gûlana 1932’an de hêjmara kovara Hawarê bi kedek xizanî û serbilindî derdixe. Dema mirov vê şoreşgeriya Celadet a ji bo kurd û kurdî dinêre; stratejiya şoreşek netewî bi çeka ziman têde heye. Di hejmara yekemîn a Hawarê de wiha aniye ziman ev fikra xwe ya stratejîk. ‘‘Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike…’’ Herwiha dîsa bigotina xwe ‘‘gelê bindest, xwe bi du çekan ji serdestên xwe azad dike. Yek ziman û yek jî ol. Lê heke ola bindest û serdest yek be wê demê yek çek dimîne di destê bindest de. Ew jî ziman e.”di van hevokên ku Celadet anîne ziman, mirov dibînê ku Celadet şoreşa dilê xwe û riya azadiya netewa kurd; bi çeka zimanê kurdî û zanînê didê bilind kirin. Kovara Hewarê jibo meqseda xwe a stratejîk bi rêxistinî diweşînê. Wî demî bi riya Hewarê gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd dibin banê Hawarê de kom dike. Cegerxwîn bi çeka xweyî helbaestî, Osman Sebrî çeka xweyî wejeyî cihê xwe dinava şoreşa Hawar û Celadet de digirin. Herwiha Celadet bixwe jî, bi gelek nava ji bo hejmarên kovarê nivîs nivîsandine.
Bi saya şoreşgeriya Celadet a zimanê kurdî îro em rehetî dikarin bi zimanê xwe bi nivîsin û bixwînin. Gelo heke Celadet ew karê dîrokî pêk ne aniya, me bi kîjan alfabê zimanê xwe bi nivîsta. Dema mirov kûr liser xebata Celadet dayî meşandin binêrê mirov hingî şoreşgeriya Celadet baştir fêm bike.
Lê tiştek ne xweş heye hertim qedrê şoreşgeran dereng tên naskirin. Kesên wek Celadet Alî Bedirxan bi keda destê xwe û hêviya serfiraziya gelê xwe tekoşîn li ser milê xwe û çend hevalên xwe meşandiye. Gelek caran heqê çapkirina kovarê dest ne xistiye. Lê dîsan jî ji bo doza zimanê xwe bi xîzanî jî be, ewî şoreşa dilê xwe pêş de biriye. Lê mixabin feleka xayîn ew bê deng digirt û dema di nava erdê pembû de, ji bo avdaniya pembûyê xwe jenetorê jibo av kişandinê datînê ser devê bîrê û dema diceribênê ax dibin lingê wîde dihezê, dişemitê û dikevê bîra qederê de, giran birîndar dibe. Bîra qederê şoreşger Celadet Alî Bedirxan nasnakê û ewî tevlî refê nemiran dike û Celadet li Şamê 15 Tîrmeha 1951’an de, diçe ser dilovaniya xwe. Li goristana şêx Xalidê Neqşîbendî, li kêleka bapîrê wî Mîr Bedirxan hatiye veşartin. Li ser qebra wî hevalê wî Qedrîcan wiha nivîsiye ‘‘Mîrê kurd, lawê kurdistan. Neviyê Bedirxan Celadet. Fedekar xwediyê himmet, cendekê wî ku di vir de binax bû, giyanê wî bilindî asîman bû. Ne miriye zindiye navê wî ebediye.’’
* Ev nivîs min ji bo rasthatina salvegera mirina nemir mîr Celadet Alî Bedirxan nivîsiye. Li vir, ez wî û giyanê wî bîr tinim û bilindkirina tekoşîna doza wî dikim.
Mîrza Ronî

Şîrove (0)