Rewşa Penaberên Kurd li Qubris

 Hişyar D.

Berî çend Rojan nûçeyên nexweş gihane me,di derbarê çalakiya Hikumeta Qubris de li dijî çalakiya Berçîbunê,girtina wan û Rêkirina 27 kesan ber bi Surî.
Hate gotin , ku Berêz Dr Sadadîn Mella bi çuna xwe ya serdana Qubris,ev bela bo wan derxistiye,ma gelo Raste ?

Pir kesan Êrîşî Dr Sadadîn kirin,ma gelo ew bi xwe fikirîn ka Dr Sadadîn destê wî digihê vê yekê ku bikê? Ma gelo Ew wissa karê Bandorê li Hikumeta Qubris bikê? Ji ku heta ku karê? Ma Dr wilo karîbane bikê , dêmek emî baş pêş de çubane û pir pirsgirêkê me wî çareser bubane……
Dema nûçe derkete ser Rupelên Înternêtan , zu Kurdên me behwer kirin,bê ku ji xwe bipirsin an ji Dr û hevalên wî bi pirsin , nerîna wan bibînin , pşître li ser bi nivîsin,weke Nimûne Nivîskar Siyamend Îbrahîm û Hewas Mehmud , belê gereke hun baş Rastiyê bizanin , paşî wê ji mafê we ye ku hun nerîna xwe bi nivîsênin , ji raya giştî re bidin xuyakirin , Em çima xwe Tevlu nakokiyên nava Partiya wan bikin , bê ku agehdarî Problêmên navbera wan bin , Ew li hev û Kînane , di xwazin Xasumê ji hev bi kişênin , ka Şahidên , ku wê gavê li ba wan Beşdar bun , dema ev gotin hatin ser Masê? bi nerîna min ev yeka han Tu Rastî jêre nîne , Dr ne yekî weha ye , ku xwe têxê Tomikeke wissa , û gunehkariyeke bê ûjdan bikê, ma wê çi lê zêde bibê dema Karekî wissa bê mirêss bikê? Ez bixwe qet behwer nakim Karekî wissa bi hêssanî werê kirin , ma dewlet karê wissa bi hessanî dikê? Rêkxiraw hene , Evokat hene , EU heye, pir Pirsgirêk li pey hene , dewlet Zanê çawa Karê xwe dikê, bere merov her Tiştî bi hessanî behwer nekê .
Rastî vaye ,  Dr hem bi navê Partiya xwe , hem bi navê Xwe Daxuyanî derxistiye û dibêjê , ku min wezîrê karê hindiru ne dîtiye û li gel wî ne civa me, Ez vê yekê xweş behwer dikim , ku wî Ew ne dîtiye, ji ber Tu Karê wan bi hev nîne , û Wezîr ji Karên wilo re ne Vala ye , bo Karekî wissa nunerên wî yên teybet bo her Karekî hene , Ew pê di rabin , lewma merov di karê bêjê , ku Şêx Xalid Karekî ne baş kiriye û Fitneke pîs di navbera wan de derxistiye.jê nayê xwestin vî Karî bike , Eger Ew mirovekî baş bê û xizmetkar bê , merov gereke bipirsê ka mebesta wî ji vê Fitnê çi ye û çi fêde lê dibê????
Em guhê xwe nedin  finasên pîs , bebin piştgîrên fitnê , Em bere xêr xwaz bin, dilmanyê ji nav xwe dûr bikin , li şûna wê Dostanî û Hevaltiyê xurt bikin, xizmeta Gelê xwe bikin.
 
Hêviya min ku rewşa Penaberan çareser bibê , mafê runiştinê bi dest wan bi kevê.

19.06.2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...