Bavê Hozan! Derbasbûyî be

  Bi dilekî xemgîn û kovan me bihîst, ku tiliyên penceşerê gîhane tendurista nivîskar û têkoşerê navdar Bilal Hesen ( bavê Hozan )ê ku ev bûye çendsal in li Elmanyayê dimîne, û tevî vê rewşa tenduristî ya dijwar jî dest ji xebata xwe ya wêjeyî bernedaye.

Bilal Hesen ( Bavê Hozan ), piştî çend mehan ji damezradina Partiya Demoqrata Kurdistana Sûriyê sala 1957ê, derbasî nav refên Partî dibe. Ta sala 1971ê, di van xebata rêxistinî dimîne.
B. Hesen yekemîn kese ku li herêma Çiyayê Kurmênc ( Efrîn ) sala 1960î, agirê Newrozê bilind û gir dike, loma jî bi navê ( Lehengê Newozê ) tê naskirin.
      B.Hesen, yek ji xudiyên ramana derxistina kovara „ Gulistan „, sala 1968ê, li Rojavayî Kurdistanê ye. Ji bilî karê siyasî, B. Hesen bi pênûsa xwe ta roja îro xizmet pirs û çanda kurdî dike.
Pirtûkek wî: ( Pend û peng ) hatiye weşandin, û çend destnivîsên wî li ser zargotina kurdî ji bo çapê amadene, û ferhengek jî li ber dastan e, ji çapê re.
Ya herî giring li gor me, ew e; ku B. Hesen gecîneyek kelepûra kurdî ye, ku sed mixabin nexweşiyê lê zor kiriye, û riya bidawîkirina van xebatan li ber wî teng kiriye. Hêviya me ew e, ku bavê Hozan zora nexweşiyê bibe, û xebata xwe bidomîne.
Bavê Hozan! Berxwe bide, riya me hîna dûr e, û gelek tişt hîn jî li benda me ne.

Careke din dibêjim, derbasbûyî be.
 

Elî Cefer    – 19. 6. 2010   –  Elmanya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...