Baskên te ..

Ronî Elî

Bi baskên te …
Ezê dil,
ji nav aloza rûxandinê
hilgirim
Û li ser,
Dîwarên evîneke şêt
Dilekî xemyar
Vîneke bê soz
Vegrim
Û bihêlim

Bi baskên te …
Ezê tîra li ser pişta (HEDBAN)
Û mertala Dewrêşê Evdî
Wergirim
Da ji niviyên aştiyê re
Wek xelat
Rêkim
Û
Bişînim

Bi baskên te …
Ezê dergûşa Mihabadê
Di hembêza Qazî de
Ji Hewlêrê,
Amed û Qmişlokê re
Terxan kim
Û bi ala ku,
Rengê xwe da
Bipêçim
Û bineqşînim

Bi baskên te …
Ezê li ser (dilê kurdistanê)
Hêlankim
Û ji ava
Bîngolê
Zeviyên şewtî
Û çîçekên çilmisî
Di xemla kurdistanê de
Ji nû ve avdim
Û şakim

Bi baskên te yarê …
Ezê koça wêraniyê
Dawiyê lê bînim
Û bi dîlan û halan
Di nav şevên reş,
Û dîwarên sînorkirî de
Ahenga gerdenê li dar
Û bûka çav li rê
Li dar xim
Û bi kar xim

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…