Li sînorê polakirî Xewna min herifî

Siyamend Brahîm

Piştî ku min der barî amedekirina  bûka kovarên Kurdî  ASO ya ku ez bi tena xwe li Sûryê  derdixînim ,û hinek astengî ji min re derketin, ez mecbûr bûm ku  berê xwe bidim paytexta azadiya raman û rewşenbîriyê Beyrûta qeşeng  .

Em gihiştin Sînorê pola, ku li seranserî Welatê ku navê wê kirine Sûryê, lê birastî çi Sûryê ye û çi rewş û hale, Sûryeke gendelî û serkutkirin û zordestiye, Hew min dît ew polîsê sînor li rûyê min nerî û xuyaye dûrvê min ne kete serê wî û ji min re got : mamoste te çi kiriye?
Birastû ez li ber vê pirsa han matmayî mam, gelo pirsgirêga min û vana çine, ez gelekî li ser CD ya kovara xwe tirsiyam ku bê girtin. Hişê min çû çentê minî vikî vala, kêlîkek derbas bû, ez bi hişve hatim ,û xweş hate bîra min, ku ew her dû CD yên  di çentê min debûn, min ew xistibûn bêrîka Texsiya ku wê me bibe Beyrûtê, ji nuh ve giyanê min vehesiya, xwîn di damanên min de geş bû.
Cardin ê serbaz ji min pirsî û got : ji bo  çi tu na axivî  xuya ye heta niha te leşkeriya xwe nekiriye , min lê vegerand û gotê: Mikûne ku navê min bi şaşî hatiye qedexekirin.
wî gote min : Na…Na ev qedexekirina han nûye, divê tu beyanî herî navenda Asayişên vî welatî û ka ji bo çi te qedexekirine û pelekê ji me re bîne heya ku em destûrê bidin te û tu bi serbestî derkevî.
Ey xwedayê mezin, Ez neçar mam ezê çi bikim, gelo rastî wisaye ti dergeh li pêşiya Bûka min ASO nemaye Ax felek ezê çibikim,
Erê hey Bûka delal tu ji mêj ve li ser textê xwe rûneniştiye, tu li ser toda xwe rûneniştiye, ji mêj ve te xeml û xêza xwe nedîtiye, kanî ew kirsaê te yê kesk û sor û zer, kanî ew berhemên pîtdar li ku mane, gelo ew li ewrekî zuha siwar bibin û berê xwe bidin oxira windayî,
 Ezim rêwiyê kurdê hejar, min xewnên xwe li ber dergehê   Cezîrî û xanî pêçayî, Ezim ewê ku min rojhilata navîn bajar bi bajar geriyame, min bi sedan kesên kurd ê xwedan civateke bilind dîtine, min çavên xwe bi elenda bajarokên kurda kilkirine min ji fûriya xaka wan ya pîroz çavên hezar siwarî kilkirine.
 
Ezê çi bikim?  Goşeya rêwîtiya min xwarkirin, ev biryara qedexekirina rêwîtiya min ez gêjkirim, ev çi temen bû ku te berê xwe da zimanekî din, zimanekî dûrî can û giyanê min, gelo kes dizane ku sedem ew bû ku ji bo gelê xwe te  berê xwe daye vî zimanê han!
 Û li vir eger wekî hinekan dibêjin: Bi xwedê ne ve nivîsandina han ba ewê hal û rewşa we xerbtirba, lê cardin ez pê ne şanezeme ku min berê xwe daye vî zimanê baybanî, ew zimanê dûrê şînbûna çîmen û baxên dahêna derûna mine,
‏Belê tu neçarî tu bi vî zimanî dinivîsînî, û cardin ez dubare dikim û teqez dikim ku tu heles û wateya van helbest û gotarên min tunene, ew li ber tavaka vê zordestiyê xavxbûne û, çelmisîne, ji rengê xwe yên bingehîn derketine, raste ewan armanc û ekama wan xurtbû, lê cardin hebekî dûrî resena xwe ya kurdiye, dinale, diqêre, hewara xwe dighîne esîmanê heftan, ew bazgûrî yezdanê jorîn dibin, ku xwe ji vê rewşa han rizgarbike û bi xweşî û şadî govenda xwe bike, lê heya kengî ye, hevalno..birano
Û di dawiyê de ez matmayî dimînim bê çawa ew kesên kêsbaz ku tu têkelî û pêwendiyên wan bi ziman û doza kurd nine, bê çawa li mihrecan û fistevalên kurdîtiyê tê vexwandin.
Lê gava tu li wan durv û kêsmên ku hin keç li berjewendiya xwe, û li Otêlên çar stêr digerin, û   li kesatiya xwe ya nexweş digerin, an jî ew xortê ku kesî bi nav û dengê wî nebihîstiye an jî ji xwe re çend helbest nivîsandiye,  anjî ku rojekê ji rojan rûpelekê bi zimanê Kurdî nexwendiye, û tu elfebeyên Kurdî ne dîtiye?!
Xuya ye ev celeb ji van kesan li cem wan rengên fihêtî û sinçiyên mirovatiyê tune ye. wekî şahsiwarê ecem rûniştiye, lê ew di biryara dilê xwe de dizane ew ne xwedan berhemeke bilinde, ew û kesayetiya xwe qezeme û ne tişteke.
 Xuyaye li hin deverên Kurdistanê rewşenbîriya xal û xwarzê tê çesipandin, bijî dost û hevalno.
 
—————————————————-
Qamişlo 6  –  6  – 2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…