TAXA ZOR AVA LI ŞAMÊ (Xeleka l)

Luqman silêman
Luqman_sileman@live.se
 

Ji salên heştêyan ve çi kurdê ku dem û dewran li serê wî geriya û felek lê xayîn ket, diniya lê hate hev, pariyê nanê wî di devera wî de nema û rê û rêbar li pêşiya wî hatin girtin û diniya li ser serê wî bû wek tara bêjingê û birçîbûnê konê xwe li ber deriyê wî danî û ji bê çareyî berê xwe dane biyaniyê û ber pêlê biyaniyê ketin pêlekî ew birin û yekî ew anîn… koçber  bûn wek ku kurd dibêjin ka Xwedê pariyê nanê wî biriyê kudê… koçberî ne xweşe lê ji ne çarî ketin ber pêlê koçberiyê û geriyan li kuç û bajara li warekî nû li jiyanekî nû jixwere geriyan lê cefabûn ji ger û xezaniyê…
biyanî û birçîbûn li ser serê kurdê bê welat bûne yek.. û ew dane dest hev yek wa di bê û yê dî wa tanî ta ku ew di Şamê re derxitin lê dilê wan hatiye dagirtin ji kul û xem û  derda.. ya mestir û ne xweştir zarokê ku ji gund çûne bêriyê gundê xwe dikin bêriya lîstikê li kulanê gundê xwe ku carê bi hevalê xwe re hevalên wayê lîstikê û hevalê wayên dibistanê mane li gundê xwe û hîn li kulanê gund jixwere dilîzin.. û yê ku ji bajêr hatî bêriya taxa xwe dikin û taxa xwe tînin bîra xwe û ni zanin ka wê kengî li bajarê xwe vegerin û wek carê ew û hevalê xwe wek carikê cara jixwere li celdê taxa xwe bilîzin û bi zimalê dayîka xwe bakin hev… zarok pîçûk nizanin biyanî koçberî çiye û jibo çi mala wa hatiye vî ciyê nû yan ewder kudere û jibo çi hatine û wê vegerin yan na… kurdên koçber jibê çareyî xwe li Dumir li wî çiya yê di biniya Qesra Gel re dest bi avakirina xaniya kirin û xanî jixwere avakirin jixwere gotin ev çêtire ku em xaniya kirê bikin.. lê çiyakî rip û rût bû ne av ne enterîk li çiyê hebû lê tevlî wesa pîrek wek mêra lê mêlê mêrê xwe swkinîn û bi neperûkê destê xwe û bi xwêdana eniya xwe xaniyê wek koxika di destpêkê de jixwere çêkirin… lê Hikumetê xwest rê li ber wa bigrê û nehêlê xanî li xanî ku hatine avakirin zêde bibin lê kurdê koçber xanî nema bi roj çêkirin bi şev dest bi avakirina xaniya kirin… malê ku heyî êvarî dirazan sibî dirabûn ku va çend xanî wê li dora wa hatine avakirin û mal jî têdene..

Kurdên koçber navê wê kirin Zorava çimkî polîs bi roj xaniyê wan xiradikirn lê wan êvarî cardî ew xanî çêdikirn û zarok û pîrek dixistin di xanî de û serê sibihê çaxê ku polîs dihatin da ku xênî xirabikin pîreka dirahişte dara û diçûne pêşiya polîs û bihtir ji carekî pîreka serê polîsa şikandin… xelkê Zorava wek gundekî bûn teva hevdû nasdikirin û bihevre alîkarbûn û ji hevjî hesdikirn ji lewma Zorava hin bi hin ferebû û xelkê xwe lê girt û ku kurdên koçber re wek bingihekî lê hat û xelkê çav lihev kirin û ji taxê diyê Şamê berê xwe dane taxa Zorava ta sala du hezara û du hezar û di doya hîn piraniya xelkê Zorava hevdû nasdikirin û ji hevdû hesdikirn û xêra hev di xwestin…. Lê di van salê bûrîde şaredariyê av û enterîk birin taxê û celdê wêjî qîr kirin û xelkê Zorava bihîstok jî jixwere birin û xelkê taxê hêdî hêdî dikanjî jixwere çêkirin.. lê mixabin Zorava hêdî hêdî ber bi xirabûnê ve çû û pêre jî Zorava ferebû û ew xaniyê berê weka kuxika hatîn avakirin li ser wan kirin qat û roj bi roj xelkê Zor ava zêdebûn …… her ku xelk lê zêde dibin wesa jî nebaşî lê zêde dibin û be goman hikumetjî çav û destê xwe di nav wan de di çînê û ber bi ber ew kurdê koçber yên ku ji birçîbûnê ji gundê xwe bazdabûn û tim kesera vegera gund û bajarê xwe di xwarin ne dizanîn ka wê kengî karibin li warê xwe vegerin… lê îro piraniya wan kesa!!!!      

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…