Ehmedê Huseynîehmedehuseyni@live.co.uk
Bi gotinek e din, pêwist e romannivîsên kurmanciyê berî ku dest pê bikin û romanan binivîsînin, bizanibin ku xwendevanên romanê, pêşîn romanên xweş bi zimanên din dixwînin û dikarin di kêlîkên xwendinê de, birawerdiyekê di navbera romanên zimanên din û romana kurdî de ava bikin. Ango dikarin berhemên xweş û yên ne xweş ji hev derxînin.
Li vir jî dixwazim ji xwendevanên kurmanciyê re bi zimanekî eşkere û zelal bibêjim: Di cîhana wêje û afirandina kurmanciyê de, ne her tişt hêjayî xwendinê ye, ne jî her berhemeke madem bi kurmancî hatiye nivîsandin, pêwist e em wextê xwe ji boyî xwendina wê terxan bikin!
Berhema ku çêj jê neyê wergirtin, ya ku mirovan sermest û sersom neke, ya ku xwendevanê xwe tûşî aloziyan, sawîran, dudiliyan, têramandin û hizirînan neke, ya ku mirov di nav kod û amaje û sîberên xwe de winda neke, pêwist nake were xwendin.
Hetanî ku li darê dunyayê bin, dê Masiyê Helîm Yûsiv ji bîra min neçe.
Ev neçûna Masî ji hiş, wek nimûne, nîşana herî ronak a serkeftina nivîsandina romanekê ye.
Wek ku çawan hetanî aniha Prince Myshkin û Rascolinov ên Dostoyevsky, Juan Brithiadoyê Rolvoyî, Ahabê Herman Melville û Jose Arcadio Buendia û Florentino Aretha yên G. G. Marquez ji bîra min neçûne, wisa jî dê Masî wek lehengekî serencrakêş, têkelkêş, jîndar û kartêker ji bîra min neçe.
Desthilatbazî û dagîrkirina Masî ya hest û bîr û bîrewerî û hizrên xwendevanên xwe, serencama proseseke wijdanî, siyasî, civakî û derûnî ye. Romannivîsê romanê, di kêlîka ku qehremanê xwe, mîna gelek romannivîsan hema hema dikuje, wî radestî bûyeran, rûdanan, kêşeyan, gîrûgiriftan û barûdoxan dike, li koşeyên erdnîgariyekê wî bêsima û bêarmanc û bêhêvî û bê ling û bê evîn dihêle, di heman kêlîkê de, Masiyê xwe hetanî radeya dawîn a nîgaşan û xeyalan û fantaziyan, ji hundirê hundir ve ronî, eşkere û şirove dike. Ji hundir ve ronîkirina kesan, zeftkirina nakokiyên bingehîn û cewherî yên hest û têramandinan, bi lêhûrbûn û hûrgilî pêşkêşkirina rabirdû û aniha û siberoja qehremên û amajepêdana çarenûsa trajîk a bûnewerê ku di bizava giştî ya romanê de desthilat e, wisa dikin ku şopa Mazî di şaneyan de kûrtir bibe û di hiş de jî ezmûnên xwe yên takekesane û gelemper bi cih bike.
Cûre, qat, şêwaz û formên vegotina zimanî yên di romanê de, ango bikaranîna zimanên cihêreng û cihêwaz ên ku derbirînê pêktînin- zimanê şer, zimanê tenhatiyê, zimanê evîn û mikurhatinê, zimanê tirsê, zimanê dilsojiyê, zimanê hevaltî û mirinê- û hewldana Helîm Yûsiv ku xwendevanê xwe bi zimanê yekaheng newestîne, çend hoker û faktorên din in ku, di Gava Ku Masî Tî Dibin de, mirovan hem bi Masî re tî dikin û hem jî rê nadin xwendevên da ku xwe vehesîne.
18. 05. 2010
London







Şîrove (0)