Û hîna em wek xwe ne

Silêman azer

Berî sed û diwazdeh salan merovekî Kurd dikarîbû direwşeke gelek dijwar û ewarete de yekemîn rojnameya Kurd bi navê Kurdistan damezirîne,û ew bibe rojeke dîrokî di jiyana Kurdî de,û bi saya wê yekê her sal em vê rojê li bîrtînin û hatiye binavkirin roja rojnamegeriya Kurdî.Û di vê rojê de divê em jibîrnekin ku em bejna xwe li ber karê vî cewamêrî bitewînin û em bilind karê wî binerxînin.Mîr Miqdad Midehet Bedirxan ew kesê bidilovaniyekê ev karê hêja di 22 nîsana sala 1898 an li Qahîre paytexta Misrê damezirand.
Lê îro roj em bêçare ne ku em li ber vê pirsê rawestin û em hewil bidin bersiva vê pirsa giring bidin:piştî 112 salan ka rewşa rojnamegeriya Kurdî çawa ye û berê wê li kû ye.
Ger em nexwazin xwe bixapînin û em rast bin bi xwe re rewşa rojnamegeriya Kurdî ne diwarekî durist û saxelm deye,û hîna ew nikare xwe bide naskirin bê ma ew çi dixwaze û rêbaza xwe çawa dişopîne.
Tevî ku divê demê de alavên ragihandin û çapemeniyê pirbûne û derfeteke hêja li cîhanê bela bûye û her kes dikare sûdeyê ji wergire lê mixabin miletê Kurd bi şêweyekî gelekî kevnar û negiştî danûstandinê bi vê desxistinê re dike.
Yekemîn: Tv ya kurdî ku ew di gerînokeke gelek kenvar û paşketî de kar dike,bêtir ew wek reklamin partîtî û dipesndana serok û partiyên xwe de mijûlin û nikarin ji wê ramanê xwe rizgar bikin ku ew ji boyî berjewendiyên Miletekî ne yê vê partiyê û vî serokê hatine demezirand,nikarin bişêweyekî serbest kar bikin û ew bikarê xwe yî rojnamevanî rabin,lê ji nûçeyê partî û serokê xwe pêve tu tiştî pêşkêşî temaşevanên xwe nakin.
Rojname ji xwe bicarekê nînin û yên heyî jî belavokên partiyane û ew nûçeyên bihûrtî û genîbûyî piştî ku merovan ew jibîrkirine dighînin xwendevanên xwe.
Li vir bêtir tiştê ku roja îro tê xwendin û şopandin jî ew malperê internetin,û mixabin ku malperê internet bûne meydana êl û malbat û kesin gelekî dûr ji nivîsandin û rojnevaniyê.
Bê guman rewşa malperan jî wek ya Tv ya Kurdî ye,her malbatekê û êlekê malpereke xwe yî taybet damezirandiye û bitenê ji bo nûçeyê vê malbat û êlê bighîne,û yên mayî ji van malperan bi şêweyekî bêserûber û tolhiladn û nedurustî karê wan tê kirin.
Ta roja îro malperên kurdî nikarin bejna xwe li ber malperê cîhanî bilind bikin û ew bikevin wê meydana ku nûçeya herî taze ew e ya ku xwendevan û kesan ber bi xwe ve dikşîne,û ew ji wê forma kilasîk û yek regnî derkeve.
Gelo medya kurdî bitevayî dikare raman û daxwazên xwe bişêweyekî zanistî û karsazî bighîne miletên cîhanê û kesayetiya xwe û miletê xwe pêşkêş bike.Ez bidilxemgînî dibêjim na,tu kes ji bilî me medya me naşopîne û temaşe nake,û em nikarin ji xwe bipirsin gelo ma bitenê bese ku em kul û derdên xwe ji hevre bêjin û ma wê çawa cîhan birewşa me zanibe bivî şêweyê ragihandinê.
Di dawî de ez rewşa rojmaneya Kurdî dûrî rewşa wî ya siyasî nabînim,ew guhertin û pêşketina ku em dixwazin girêdayî karê meyî siyasî ye û tucarî ew nikare xwe jibin bandora nerînên siyasî derxîne û ev yek ji bobelat û nexweşiyê medya kurdî ye,serdestiya hêzên siyasî û destdirêjiya wan dinav medya kurdî de û ma naxwe çima ev gazin û rexne li medya welatên serdestî me, eger em jî wek wan karê xwe dişopînin û dikin.

Silemanazer@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Destpêk: Hilweşandina rêza kevneşopî ya têgihiştina nivîsê

Bi gotara xwe ya navdar «Mirina Nivîskêr» (La mort de l’auteur) ku di sala 1967-an de hate weşandin, teorîzanê wêjeyê yê fransî Roland Barthes yek ji herî kûr û bandorker guherînên di dîroka teoriya wêjeyê ya nûjen de pêk tîne. Gotara wî li dijî nêrîneke kevneşopî radiweste; nêrînek…

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî…

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…