Destpêka Rojê

 Helbesta:Besam Mistefa

Bi peyal ên berbang a şîrmij ve
Dil ,
Dilê keserzan
Tête şuştin..
Gendî
Gemar û
Guneh

Di noşava tîr a kevnar ya
Elenda nûşiyar de dihilin û
Bi ta yên reşahiya mayî re
Têne rapêçandin
– mînanî masiyên ter di tora Xwedê dikevin-

Berbang e !

Êdî ronahiya çavan zelal dibe û
Di dilê zamdar de
Xewn ji xew radibin

Berbang e !

Li şîn asoyên nepenî
Aso
      Aso
           Tu zan dibe :
Zamrûtek
Nîsanokeke nû pişkuvî
Gulistêreke temen dirêj
Bi mey û
Xwîn û
Firmêskên berbangê
Xunavgirtî .

Berbang e !

Çivîk
Sivandîlk û
Hechecîkên mala Mizgîn
Mizgînê didin
Bi kulîlk û gulçîçek ên ku bi şebnema
Destêsibê ve
Hatine pakkirin :
Rojeka
            Nû    
                 Vaye
                          Destpê  
                                      Kir !.. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...