Helbest u pexşan

Xelata Aşitîyê


Seyid Feysel Muctevî

Bihare gul webû rabe bibîne deşt û sehrayê
Cihan bû kesk û sor û zer xeber ba daye dinyayê

Bila pîr û civan rabin bi wê cejna mezin şabin

Girêdin dawetek kurdî dihol û saz û zirnayê
Bihara nû de ramûsin qiraxê sûmeta şahî
Bi şabaşa xelata aşitî tim bidne dinyayê

Bibin coş û xoroşa gund û bajêra bi pirdengî
Bixin şer bin kirasê aşitî, ro hate sermayê

Erê avê zelale kaniyê kurda werin cem hev
Xemê sed saleyê kurda ji dil derxin, bidin bayê

Bila kotrê sipî firdin nebînin bend û zindanê
Bikewne na gul û çîçek bi seyran û tamaşayê

Seyid newroze gel pîroze kincê keske dinyayê
Dixazit gel bi azadî bi dilxazî bibînt çare arayê

Jîyanek xweş bi serbestî ji bo kurda wekî insan
Bixaze tu j xudayê xwe bi daxaz û temennayê

Sine 2710/1/1 a kurdî
Helbest: xezel
Wezn: mefaîlin mefaîlin mefaîlin mefaîlin
Behr: hezec musemen salim

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…