Konê Reş
Gotinek pêdivî: Ev beşê duwem e ji hevpeyvîna ku berî 8 salan min bi mamoste Rezoyê Osê re kiriye. Ji ber giringiya hevpeyvînê û wek wefadarî ji giyanê wî re, ez weşana vê dîdarê dubare dikim. Cara pêşî, bi tîpên erebî di kovara Havîbûn, hejmara 14/2003 an de li Berlîn hatiye weşandin..Yezdanê mezin Rezoyê Osê ji gunehan reha bike û wî bi dilovaniya xwe di bihişta rengîn de şad bike.
– 4 –
Kon: Mamoste, çi qezencên rewşenbîriya we ji vê keyandinê hene?
Rezo: Seyda, min pêşî jî got, ku civaka me zarokeke paqij, mirovane, bêguneh û ne kîndar, xweber, perwerde kiriye. Ev zarok fêr bûye, ku ji axê, avê, bê û roniyê hes bike(herçar regezên jiyanê) û wan biparêze. Ji şînî re, ji avakirinê re dost be. Ji zexelî û wêraniyê re dijmin be. Bi pişîk û segên malê re, bi teyr û tilûran re,bi mor û caneweran re dilovan û mehrevan be. Wilo jî bi mirovan re. Ma kanî rewşenbîriya ji vê yekê bilindtir?. Lê, dema ku ev rewşenbîriya xweber, di kêferata jiyanê de, bi durustî siqa dibe, dikeve ser riya rast de û xwe qezencdar diyar dike.

Kon: Mamoste!. Hûn rê didin, ez ê dîse li hin gotinên we vegerim..
Rezo: Fermo, seyda!. Hûn serbest in.
Rezo: Fermo, seyda!. Hûn serbest in.
Kon: We termên “ximavrijandina bi nijadperestî” û “ximavrijandina bi hişekê vekirî û mafnas” kir. Mebesta we ji van terman çi ye?.
Rezo: Seyda!. Di behweriyên min de, gerek e mirovê xwe rewşenbîr bibîne û binase ne dû rû be. Ango, gerek e rastgo be û pîvanên wî ji behweriyeke resen, bê mêldarî, derkevin. Wilo jî zanibe van pîvanan, di her rewşeke taybet de, bi durustî, pêk bîne. Belê, her xebatnasek (Rewşenbîr jî xebatnaseke), alaveke wî ya xebatê heye. Alava rewşenbîr,di xebatê de, pênûs e. Pênûs jî ximavê dirijîne. Ango, ev ximav dikare bibe jehr, dikare jî bibe eksîra jiyanê. Di vir de, durustiya pêkanîna erkên rewşenbîrî diyar dibe. Li gorî vê diyardeyê mirov dipirse, gelo ximavrijandina vî rewşenbîrî rê ji qezencên mirovanî re rast û dûz dike, yan jî vê rê bi kort û hêrik dike. Hinga mirov dikare bêje, ku ev ximavrijandin qezencdar e, yan jî ziyanker e.
Ez dixwazim nimûneyekê ji dîroka rewşenbîriya Kurd, di vî warî de, bînim zimên û berçav bikim. Belê, seyda, hûn şopnasên Berirxaniyan tên nasîn. Ango, we xwe di warê jiyan, xebat û bizavdariya malbata Bedirxaniyan de westandiye û bi taybetî hûn di warê hizr û jîndariya Mîr Celadet Alî Bedirxan de pispor têne nasîn. We gelek caran aniye zimên, ku Mîr Celadet A. Bedirxan berê xwe ji tivingê guhertiye, lê berê xwe daya pênûeê û hêza pênûsê ji ya tivingê pêştir dîtiye. Ew jî li gorî şert û mercên dem û dewra wî bû.
Dêmek, pênûs di bandora xwe de, û di rewşeke taybet de, hemkûfê tivingê ye, eger jê ne pêştir be. Tiving bi berê sor diaxife, lê pênûs bi ximavê diaxife. Ango, tiving û pênûs du alavên alîkar in, ku desthilatê bidestxistina mafên mirovaniyê ne. Tiving nîşana hêza mîkanizmî ye û pêwîstiya wê ne di her rewşê de heye. Pênûs jî nîşana hiş û behweriyeke payebilind e, ku di her rewşê de pêwîstiya wê heye. Eger mirov mercên pêkanîna van herdu alavan xweş binase û sînorên wan ji hev derxe, hinga her alavek bi rola xwe ya durust radibe û mirovanî dûrî wêraniyê dikeve. Hinga jî pîvanên rewşenbîriyê bi durustî û cihgirtî, di riya bidestxistina mafên mirovanî de, pêk tên.

Kon: Mamoste!. Piştî rêdana te, ez ê mijarê pirsê biguher im.. Hûn kengî, di çi mercî de û di bin çi bandorê de fêrî zimanê Kurdî bûn?
Rezo: Min xwe fêrî zimanê Kurdî ne kiriye!. Ez di maleke,gundekî û civakeke Kurdî de bûme, ku tenha bi vî zimanî diaxifîn.Min jî ev ziman roj bi roj ji wan girtiye û bi min re mezin bûye. Lê, ez çawa fêrî tîpên Kurdî yên (Latînî ) bûme, ev mijareke din e.
Bi kurtî, piştî min dibistana seretayî li gundê sînordaşê gundê xwe (dibistan ji gundê me hatibû rakirin), bi dawî anî, birayê min ez guhestim dibistana navendî.
– 5 –
Li bajêr (Bajarê Qamişlo). Li bajêr, sînorên civaka min hatin rakirin û gêra asoyên dîtinê li ba min ferehtir bûn. Min nasî, ku ne tenha Kurd li cîhanê hene. Lê, di kêferata xwendin û xwenaskirinê de, min behwer dikir, ku berî hertiştî gerek e ez xwe fêrî zimanê xwe, bi xwendin û nivîsandin,bikim.Wilo, min alfabêta nemir Osman Sebrî peyda kir û xwe bi xwe fêrî tîpên Kurdî, yên Latînî, kir.

Kon: Mamoste!.Bibihure.. Çawa we xwe bi xwe fêr kir? !.
Rezo: Belê, Seyda!. Ji tîpên Latînî, ez li dibistanê tenha fêrî tîpên Ingilîzî bû bûm. Lê, çawa min xwe fêrî tîpên Kurdî, bê alîkariya tikesî, kir!. Min li wîneyên alfabêtê dinerî û tîp ji hev derdixistin. Weku nimûne: Min wêneyê “ÇÊLEK” ê didît û tîp ji hev nas dikirin. Ji ber di bin wêne de pênc tîp hene. Dêmek,ev tîp Ç, Ê, L, E û K ne.. Wilo,min tîpên alfabêta Kurdî ji ber kirin û pêk anîn. Lê, ev xwefêrkirin di çi mercî de bû?. Belê, piştî ku cîranên me tev dihêwirîn, min roniya odê divemirand, ez di pencerê de rûdiniştim û li ber roniya lempa kolanê pirtûka xwe vedikir û tîp ji hev derdixistin, (Em wê çaxê kirêdar bûn û heşt mal di hewşekê de bûn). Wilo, xwendina Kurdî ji min re bû kurm û meraq. Wilo jî, bi min, şêrîn bû.

Kon: Mamoste!. We xwe wilo fêrî xwendinê kir, baş e. Lê, ne her xwendevan nivîskar e.. We çawa dest bi nivîsandinê kir?.
Rezo: Dema min xwe fêrî xwendina Kurdî, bi tîpên Latînî, kir, projeyên nivîsandinê di bala min de nebûn. Lê, çi bû sedemê nivîsandinê, kengî min nivîsand û di çi qonaxê de min nivîsand,tev bi bûyera girtina hin hevalên min ve tê girêdan (hevalên xwendinê). Ew hevalên bêguneh, ku bûne tawanbarên siyasî û di zîndanên rejîma welêt de bê xwendin man..

Kon: Mamoste! Hûn dikarin vê bûyerê, ji me re, ronî bikin?.
Rezo: Belê, Seyda!. Di adara sala 1970 yî de, di roja cejna jinên cîhanê de, korek (nedwe) li sînema HEDDAD, li bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Partî jî (Partiya Demokrata Kurdî Çep li Sûriyê), hildana sloganên korê kiribû barê çend xortên xwe (Di wê demê de, korên siyasî bê slogan ne dibûn). Gotina pêşî hate xwendin û rê ji sloganan re vebû. Ji wan jî sloganên Partî bûn. Xortan slogana pêşî (li ser hîmê biratiya Kurd û Ereb hemî pîlanên Sayûnîzm û Imperiyalîzmê têne pûçkirin) hildan. Pêre pêre kesên li hundir li bin guhên hev ketin. Kesekî nizanîbû çi dibe, bû qîr û qiyamet. Lê, ev tevreçûnk zû sar bûn û herkesek di şûna xwe de litiha. Roja din hêzên ewlekariya dewletê hatin dibistanê û şeş xortên xwendevan berqef kirin û berê wan dane zîndanê.
Ez, bi vê bûyerê, di nava xwe de, hatim hejandin. Hevalên min di bala min de bûn û ji ber çavên min ne diçûn. Wêneyê girtina wan tim li ber çavên min bû. Bi girtina wan ez mame xemgîn, dilşikestî û di xwendina xwe de jî qels ketim. Wilo, buhar derbas bû û havîn hat.Ezmûnên xwe, yên lîseyê, me dan û bû betlane.
Di bin tîrêjên roka hezîranê de, di nav toz û mijika Batozê de, hevalên min, girtiyên zîndanê, li ber çavên min gijmijîn. Gotina “Her bijî”, ku di sînemê de dihate hildan nema xwe ji hişê min berda. Min jî, di wê germê de, ev gotin ji xwe re dinehwirand, weku mirov şînekê bikşîne.Min dît, ku xweber dibe dîlok. Min gotinên wê nivîsandin. Ev bû helbesta pêşî, ku min hûnand. Firdikek jê halo ye.
Her bijî
De gerek em qet ne razin
Dijminê me ne tinaz in
Ticarî li ber ne gazin
Her bijî daxwazên biçûk!

– 6 –
Belê, ev slogan daxwaza herî biçûk bû, ku dijmin nehişt ji nav lêvên me derkeve û em bi gotina xwe, çi rast, çi şaş şa bibin.

Kon: Mamoste!. Hûn wek pêşengekî rewşenbîriya Kurdî ne, piştî nifşê HAWARê, di Sûriyê de. Gelo, hûn çi asteng û dijwariyan, di pêşiya rewşenbîriya Kurdên Binxetê de, dibînin?.
Rezo: Seyda!. Ev pirseke bi kul û kovan e. Cihê sergêjî û xwewindakirinê ye, ji ber dihingive hemî movik û faktorên pirsa Kurdî.Wilo jî dihingive berpirsiyariya dîrekt û nedîrekt di pêşvebirineke demane û serwext de. Belê, ev pirs hişê Kurd dide ber pêr û mêzînê û doza çaredîtinê ji hemî problemên civaka Kurdî re dike.
Bêgoman, rewşenbîrî ne nîşaneke, ku bi mirov ve bibe û li ser navê mirov tapo bibe. Wilo jî, ne bi daxwaz, ne jî bi hêviyan tê qezenckirin û çesipandin. Belê, rewşenbîrî bîrgeşî,têgihiştin û rolnaskirin e. Ev jî tenha bi kar, westan û xweêşandinê tê bidestxistin. Pileya vê bîrgeşiyê jî roj bi roj, di prosesa kar û westanê de bilind dibe û ber digre. Bê çawa guloka berfê, di gerandinê de hin bi hin mezin dibe, wilo jî tevna rewşenbîriya mirov, di kêferata jiyanê de, roj bi roj tê hûnandin û ren, qilafet û spehîbûna xwe berçav dike. Lê, gerek e miro xwe ji bîr neke, ku rewşenbîrî dendikeke hestewer e, di her demê de, di her mercî de û di her xakê de nateqe,geş nabe û ber nagire. Dêmek, hin mercên taybet ji peydabûna hebûneke rewşenbîrî re gerek in, da ev rewşenbîrî desthilat be, ku bi erkên xwe rabe û barê xwe, di civaka xwe û civaka navnetewî de, hilgire.
Eger ax, av, ba û ronî ji dendikê re divin, da biteqe. Ji rewşenbîr re jî zanîn, serfirazî, azadî û demokrasî divin, da bilive û bide. Bê dendik çawa bê hebûna van mercan lawaz û melûl dimîne, rewşenbîr jî bê hebûna vê atmosferê hişteng û asogirtî dimîne. Êdî pesnê rewşenbîriyê bi tûman û mijê têne pêçan.
Bidestxistina atmosfereke saxlem ji destpêka avakirineke rewşenbîriye resen re, bi hebûna pergalên şarvanê, rêzgir û mafparêz ve tê girêdan, ku rejîma welêt û sîstema têkiliyan di ber peydakirina wan de berpirsiyar têne dîtin.Eger pergalên vê rejîmê û sîstema girêdana têkiliyên, ku ava dike, renc û zivir bin, sil û zirz bin, bi behweriyên nijadperestî û gelperçiqandinê piçpiçî bin, hinga hertiştî di bin baskên xwe re derbas dike û bi berjewendiyên xwe ve girê dide. Êdî serfiraziya mirov gem dibe û hiş dikeve qeyd û bendan de, û bê hewl dimîne.
Di rewşeke bi vî rengî de, rewşenbîr nema dimîne desthilatê gavavêtinên şûngirtî ber bi çareserkirina astengên civaka xwe de. Loma, bandora wî ne tenha di guhertinan de namîne, lê wilo jî ew bi xwe dikeve gerînokên sergêjiyê de û raspêriyê li ser xwe qebûl dike. Çi ev raspêrî ji hêla rejîmê û dezgehên wê de be, çi jî ji hêla hêz û rêxistinên siyasî, yên Kurdî de be û çi jî ji hêla sîstema têkilî û suruştên civakê de be. Loma, ji çerxa xwe derdikeve û bi asanî dikeve gêra mêldariyeke bêbingeh de. Êdî, di rastiya xwe de, ji hiş û behweriyên rewşenbîrî tê şûştin. lê di gêra xwexapandinê de dimîne û karê xwe berdewam dike. Hinga navekî vala, di bin kirasekî herhilî de, jê re dimîne.
Bêgoman, rewşenbîriya Kurdî bi gelemperî û ya Kurdên Binxetê bi taybetî di rewşeke ne aza re derbas dibe û gelek astengên xwe hene. Ev asteng bi tevaya pirsa Kurdî ve têne girêdan. Erê, bê çawa ev pirs di nav diriha kontirolkirina siyasetmedarî de tê veçirandin û êşandin, wilo jî rewşenbîriya Kurdî li Binxetê, di valahiyeke bêserûber de dimîne, xwe dicû û di şûna xwe de, pîkolê dike. Belê, atmosfera xweavakirineke rewşenbîriye resen, li gorî rêz, bend û pergalên rejîma welêt û li gorî desthilatî û serdestiya hêz û rêxistinên Kurdî jî, ne pêkhatî ye. Ango, rewşenbîrê Kurd, yê Binxetê, ne di rewşeke serfiraz, azad û demokrasî de ye, da karibe xwe ji bin bandora van elementan derxe û xwe, bi durustî, ava bike û bi rola xwe, weku gerek e, rabe.

– 7 –
Kon: Mamoste!. Hûn yek ji damezrênerên HEVBENDa KAWA bûn. We çawa ev hevbend pêk anî û prjeyên we çi bûn?
Rezo: Seyda!.Gelek caran gavên mezin û hêja xweber, bê pilan têne avêtin, paşê mirov xwe bi wan gavavêtinan paya dike û hewl dide, ku wan ne di realîteya wan de diyar û berçav bike, da xwe hişmend û zana nîşan bide. Wilo, HEVBENDa KAWA bi gavavêtineke xweber û bê pilan hate damezrandin û avakirin.
Lê, dilgermiyek, dilsoziyek û behweriyek li pey vê avakirinê hebû.

Kon: Çawa!?
Rezo: Ma gerek e, ez xavdariya damezrandina vê hevbendê bi dar ve bikim?

Kon: Mamoste!. Eger çîrok be.. Eger çîvanok be, eger jî roman be… em dixwazin bûyer û lehengên wê binasin.
Rezo: Belê… Carekê, weku gelek caran, em çar kes (Dr. Bavê Nazê, Dr. M. E. Nejarî, Dr. Saadeddîn Mella û Rezoyê Osê), li oda Dr.S.Mella li bajarê Mosko, gihabûne hev. Zîlana guftûgoyên me, di vê rûniştinê de, bû kovara ” Almanax “* û naveroka jimara wê ya dawî, ku romana nivîskarê Tirk Umît Yaşar Ogruzcan tê de hatibû weşandin. Me hev, li ser hin gotin,dîtin û ramanên ku di romanê de hatî, sor kir, me hev kire pizot. Yê deng, navtêdan û hêrizên me bibihîsta, wê biketa wê behweriyê, ku ev oda operasiyonên leşkerî ye û pilanên serhildanekê tê de têne danîn, ne oda xwendekaran e.Belê, em di wê behweriyê de bûn, ku bergîriya navdarên serhildanên Kurdî û parastina rûmetdariya wan ji me tê xwestin û nabe kesek dest bavêje van mirovan, yan jî bihingive evrahiya wan.

Kon: Ma U.Y.Ogruzcan, yan jî vê kovarê çi guneh kiribûn?
Rezo: Seyda!. Di romanê de, li ser navê lehengê romanê hatibû, ku “Dema me zarokên xwe dixistin xwe, me ew bi çetayên Şêx Sayîd ditirsandin”. Em jî li ser vê yekê rawestan û me hev kire pizot, çawa nivîserekî wisa bê esil ceger dike û vê gotinê di adrêsa navdarekî me de dibêje!. Bi kurtî, ew sinc û rewiştên ku di romanê de li nemir Şêx Saîdê Pîranî hatibûn barkirin, ne tenha bi me tal bûn, lê em ji ber wan diketin jehrî de jî.. Me xwest li vê yekê bipirsin, lê çawa?
Yên herî xwîngerm ez û Bavê Nazê bûn. Me hev girt, dev ji rûniştinê berda û berê xwe da serdariya çapxana “Raduga” ya ku kovara Almanax diweşîne. Lê, hevalên me mane li benda vegera me. Me jî ji xwîngermiya xwe berê xwe daye garsîna şer, lê bi rê de em hev agadar dikin, çi bêjin û çawa dest pê bikin. Me xweş zanîbû, ku şer bi dam û dezgehên Yekîtiya Sovyetê re ne sivik û hêsan e, lê cihê serêşî û tirsê ye.
Em gihane adrêsa xwe. Me doza hevdîtinekê bi berpiriyarê giştî re kir. Piştî sergêjiyeke ne dijwar, em gihane berpirsiyarê giştî. Berpirsiyar jî jineke bedew û bi hêbet bû (min navê wê jibîr kiriye), li pişt masa xwe rûniştî bû. Wê, piştî hin pirs û bersivan doza me nasî û bi tirseke lêxwiya got: “Zarono, herin ba berpirsiyara beşê Tirkî, ew dikare bersiva we bide..”.
Dema me ev tirs di rûyê jinikê de dît, em bi piştxurtî çûne berpirsiyara beşê Tirkî. Li wir,piştî qedirgirtineke pelandî, ji hêla berpirsiyara vî beşî ve jî, em hîna bêtir li ya xwe siwar bûn, nemaze dema me ew jî dît, ku bi tirsê hatiye pêçan.
—————————————————————————-
*- Almanax – kovareke toreyî ye, bi zimanê Rûsî dihate weşandin. Vê kovarê, bi mebesta hevnasîna kultûra hemereng, guh dida berhemên nivîskarên Asiya; Afrîkiya û Amerîka Latînî.

– 8 –
Me, piştî axaftineke dûvdirêj dozên giran lê kirin. Ji wan:
1- Hûnê jimarên vê çapê ji pirtûkxaneyan (pirtûkfiroşgehan), bikşînin.
2- Hûnê di jimara bê de agahdariyekê daxin, ku hûn bi weşandina vê romanê şaş çûne.
3- Hûnê lêborîna xwe ji gelê Kurd xwazin û tê de dine nasîn, ku Şêx Saîd navdarekî tevgera azadiya Kurd bû û serdarê serhildana sala 1925 an bû.
Van dozên ne berbiaqil, jinik bi carekê re, ji desthilanîn xistin. Êdî, jinikê hema lêborîna xwe ji me dixwest û lava dikir, ku em dengêniyê bi vê pirsê nexin. Û amadebûna xwe ji alîkariya me re pêşkêş kir, got: “Zarono, hûn di dozên xwe de mafdar in, lê pêkanîna wan ji min re pir giran e. Çi li ba we li ser tore û çanda Kurdî hebe, ez amade me ku ji we re bidim çapê, da em bi hev re vê şaşiyê bê dengênî serrast û çareser bikin…”.
Em, bi serketî li hevalên xwe vegeriyan û me çeng nebûn ku bi wan bifirin. Bi kurtî, me di dilê xwe de serkeftineke payabilind bi dest xistibû. Ev biserketina me bû sedema damezrandina Hevbenda Kawa, da eger hat û li me qewimî, em karibin bi navekî fermî û berpirsiyane biaxifin. Ne tenha wilo, lê ev biserketina me bû sedema lêlezîna Bavê Nazê, ku romana xwe ya bi navê “Çiyayên bi xwînê avdayî”, berî çapê wergerîne zimanê Rûsî ( Ev roman bi zimanê Rûsî di kovara Almanax de hate weşandin û jinikê soza xwe di vî warî de bi me re bire serî ).
Vêce, çi rola vê bûyerê di damezrandina “Hevbenda Kawa” de hebû?.Belê, Kurd dibêjin “Nexweş ji êşa xwe fêrî textoriyê dibe !”. Me jî êşa xwe nasî, ku pirsa Kurdî di hemî movikên xwe de bi tûmanê hatiye pêçan. Bo wilo gerek e em vê tûmanê ji hev bixin û belawela bikin. Me jihevxistin û belawelakirina vê tûmanê di riya danenasîna gelê xwe bi gelên cîhanê re dît. Me ev danenasîn jî di riya çaokirin û belavkirina çavkehniyên nivîsên dîrokî û siyasî de dît, yên ku bi pênûsîn navdar û pisporan hatî nivîsîn û bêbandor dihingivin pirsa Kurdî. Bo vê yekê binetarek gerekî me bû. Wilo, ev hevbend xweber hate damezirandin.
Seyda, eger hûn ripirsin: “ka çi êş di vir de heye ?”. Ez dikarim bibêjim, ku em li ber wan berpirsiyarên “Almanax” dibûne weke Keroşkan,dema dipirsîn: “Zarono, hûn bi çi navî hatine!?.. Hûn bi çi navî dozan dikin!?”. Lê, me di nava xwe de zanîbû, ku em ji dil” Zarono ” ne, bê pişt in, hêza me nîn e. Bi ser wilo de jî em li serê xwe siwar bûn, tanî me xwe li ehmeqiyeke tazî rast kir, dema me bi madtirşîgot: “Hûn nizanin, ku vî Yaşarî xelata Conta Leşkerî, li Turkiyê, li ser van gotinên bênirx, di adresa navdarên tevgera Kurdî de wergirtiye!!”. Di vir de tirsê dîse ew dipêçan, lê me jî sukra xwe dida ber kêrê. Ew ji navê Conta Leşkerî û tevgera netewî ditirsan. Em jî ji bêpiştî û nezaniya xwe hemberî wan ditirsan. Ma kesekî wê demê karîbû ji berpirsiyarekî Sovyetî re bêje, siha te xwehr e!.
Belê, vê bûyerê hişt, ku em di damezrandina hevbendekê de mijûl bibin, da em karibin, bi navekî fermî, têkilî û guftûgoyan bikin.Wilo,me di wê rûniştina xwe de,germe germa “Hevbenda Kawa” bi nav kir, lê bê rêbaz. Di vê rûniştinê de jî, me wergerandina pirtûka “Têkoşîn û gorîketina lehengê Kurd Fyoder Lîtkîn” kire biryar, da bibe destpêka karê me.
Piştre, bi çend rojekî, me ev bîr û boçûnên xwe ji Dr. Evdê Hacî û Endizyar Ehmed Hemo (berpirsiyarê rêxistina Komonîstên Sûriyê, li Ewropa bû) re jî hewil dan. Wan jî bi xurtî piştgîriya me kirin û di warê bijartin çavkehniyan û wergerê de kar kirin.
Cihê gotinê ye, ku me ev gavavêtina xwe gihande Partiya Hevgirtina Gel ya Kurd li Sûriyê bi serokatiya sekerterê giştî Selah Bedreddîn, da piştgêriya me bike û bi karê çapê, li Bêrûtê, rabe( Wê demê Selah li Bêrûtê bû. Dr. S. Mella jî berpirsiyarê rêxistina vê partiyê li Ewropa bû, ez jî endamê komîta rêvebiriya rêxistina Ewropa bûm). Wilo,” Hevbenda Kawa ” hate damezrandin, wilo li ser piya sekinî û wilo weşanên wê bûne jêderên pêşî ji lêkolîner û heskerên pirsa Kurdî re. Belê, di riya van jêderên zanistî û zelal re, birekî fereh ji rewşenbîr û lêkolînerên Ereb serwextî pirsa Kurdî bûn û gelek lêkolînên hêja û giranbuha li ser vê pirsê weşandin..

Konê Reş / Qamişlo, 01.10.2002