Bersiva Hunermend Zubêr Yûsiv

Ezîz Xemcivîn

Kekê hêja

Berî dest bi nivîsa xwe bikim lêbûrîna xwe dixwazim ko ne bi destê min û ne bi mebest ji aliyê min de ev şaşitî çê bûye, lê dixwazim ko ji xwendevanan re bidim xuya kirin çîroka evê tabloya ko te ez tawanbar kirime bi diziya wê,
Berî her tishtî di vê xwendevan binasin ko ez û hunermend Zûbêr Yûsiv şev û roj bi hev re bûn û min xwest ko yekem dîwana xwe bi tabloyeke wî bixemilînim, ji berî deh salan de rojekê em li cem wî bûn, min ji Zubêr xwest ko em taboleyekê ji dîwanê re hilbijêrin û wî erê kir piştî min tablo eciband, hinek resim ê laleşê li ser pelekî avêtî risimandibûn, rabû min jê re got kekê Zûbêr çima em vî resmî li binê tabloyê naxin, da em van herdu babetan bi hev girêdin, kêfa xwe pir anî û rastî bû tabloyeke xweşik..

Keko dema min dîwana xwe şand {Yekîtiya nivîskarên kurd li duhokê} û min hîn ew tablo ji berî deh salan de li cem xwe hiştibû, ew jî li ser rûpelê pêşî bû, 5 pertûk bûn, Yekîtiya nivîskaran bersiv li min vegerandin û gotin emê du pertûkan tenê çap bikin û bi navê {zindana piçûk} derxin; min jî bîr nebir ko ji wan re bêjim ew tablo ji bo pertûka {Hetav ne leylan} min daniye ser dîwanê, û sipasiya wan dikim pertûk çapkirin, û bi kêf çend dane gihiştin destê min, bi rastî ez ji te bi gelekî bêtir aciz bûm dema min dît yê berg amade kiriye daniye{berg Isam Tahir} evê gelekî ez ne rehet kirim, rabû min rêklama pertûkê şand ji gelek malperan re û min wisan nivîsand:

“Yekem pertûka helbestvan Ezîz Xemcivîn , ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhokê, li Kurdistanê çap bû,pirtûk 154 rûpel e, li gel vê pertûkê jî çend pertûkên din jî çap bûne wek {Ziman û zimanvanî a nivîskar Ebdulwehab Xalid, Işq di behişta yotobayê de a nivîskar Mistefa Selîm Akreyî, Mirin û xewn a Teyib Deştanî, du cenken havibun û yaxibuna hozana nuxwaza Kurdî de vekolîn Emîn Ebdulqadir}. 
Heta niha 64 pertûk ji weşanên Yekîtiyê belav bûne..
Bergê pêşî Yê ZINDANA PIÇÛK  tabloya hunermend Zubêr Yûsiv e…..
rojava
http://www.rojava.net/15.03.2006_Zindanabichuk_Ezizxemcivin.htm
semakurd
http://www.semakurd.net/index.php?cont=pirtukennu
semakurd : (2/4/2006)  Pirtûka helbestvan : Ezîz XemcivînYekem pertûka helbestan a helbestvan Ezîz Xemcivîn 154 rûpel, ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhokê, li Kurdistanê çap bû, li gel evê pertûkê jî çend pertûkên din jî çap bûne wek {Ziman û zimanvanî a nivîskar Ebdulwehab Xalid, Işq di behişta yotobayê de a nivîskar Mistefa Selîm Akreyî, Mirin û xewn a Teyib Deştanî, Du cenken havibun û yaxibuna hozana nuxwaza Kurdî de vekolîn Emîn Ebdulqadir} li gor serokê Yekîtiya Nivîskarên Dohokê birêz Hesen Silîvanî ragihand ko ta niha 64 pertûk ji weşanên Yekîtiyeê belav bûne..
zindan piçûk bergê pêşî tabloya hunermend Zubêr Yûsiv e…..
 
17/11/2006
li gel silavên min
Ezîz Xemcivîn

http://www.amude.net/Nuce_Kurdi_deep.php?newsId=5515

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…