GULA MIN


Dilovan robarî  

Lerzeka tirsê xwe li perdên dil dide
Guvîşkên dil hêvîyan bêê kefen li gornê werdike
Li ser te ditirsim !
Jiber te ditirsim !

Ji derdûrî te ditirsim !
Ditirsim te biçînin li ser tehtekî reşe hişk
Te avbidin bi aveka tehle şor
Û te bi kezêxin bi hizrên kûr .
Û demê tu dibişkivê te bixemlînin bi darê zor
Û te pêşkêşkin jibo nezanekî mest û hûr …

Erê gula min
Hey gula ku şîn dayî li ser girê gundê cîranê gundê me
Germe kela nava te…
Germe kela nava te, sire seqema ku wek kefenê xwe li jana min pêçayî dikuje! …
Sinbilên deşta dilê min ji hêlma te rewa digrin, avis dibin … dibin tovê paşerojê.
Tu buyî
Tu buyî dara miradan, cîrana kurke rewal
Û ez ji bê hêvî mayîna bê hêvîyê hatim benê hêvîya xwe bi çiqlê teve girêdim .
Matmayî nemîne min tirhek ji dara te bir de ez dara bê mirad maya  ji pîk bikim .

Lêê …
Lê westîyabûm …
Westîyabûm ji gera li pey hêvîyên wendabûyî, kirkirka nava muhvika hişkbibû … xilasdibû … pirtalên min bi xurnuf û sitîryava bibûn al, pîyên xwas ji germe axa li ber tava çilê tebaxê şewtîbûn, dişeqitîn.
Min li ber siha te xwe dirêjkir û ez ketim xewa sermedî .
Belê gula min …

Hêvî man xeyal û mirad bûne xewn û ez mam hevûkek bi êş di nav rûpelên biranînên te de .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…