Nizar Yosif
Mehmed Şêxo ê hunermend dinava nakokiyên şerê zordest û bindestan de, civakek hertişt bi dest de heyî û civaka din jî lipêşber ji hertiştî bêpar, çavkaniyên bitalentiya afirandinên wî biboşî anîne der.
Ev tê wê wateyê ku huner ji dilê çivakê tête der,û neynika girêdayî bi guhertinê dinava wê de ye.
Ew xwe li gorî serdemê û nakokiyan didê guhertin,û cihê xwe dinava wan de digerê,dibe male dîrokê. Hunerê durist û resen ewe,ku cihê xwe dinava hest û dilê gel de bistînê, û bandora xwe lê nîşan bikê û lê bikolê. Wê armanca xwe ya hunerî pêk bînê,dîrok û dirûşmê civaka ku jê tê der bide xuyakirin.wê çaxê dibe male gel, û gel jî biher awayî wî diparêzê.
Bavê Felak bixwe ew dibistaneye, bi wî çemê hunerî yê ku di herike,nûnertiyek giring ji serdemekî dîrokî ji çanda me dike, ewî ev dibistan pêşvebiriye û mezin kirye, ew bi xwe damerizênerek yê wê ye û nûnerek bingehîne jê re. Ewî bi wê keda dewlemend gelek raman û serpêhatiyên netewî dane nîşandan,rê û astengiyên wê,û coreyên xebatê diyar kirine,heta ji me re bûne alavên pêşve çûnê.
Bavê Felak bi hinerê xwe pirr core anîne holê,bi şêwazê xwe yê yekane û xweser, bi awayek efsûnî em girêdane biwan ve (netewî, civakî, evînî, şoreşgerî,,,,). Jiyana vî hunermendê dirêj û mezin, mîna evrazê çiyayek bilind gelek hunermend û hunerhêz û hunerxwaz liber siha wî dirûnin, ji çemê wî yê bi şaêl diherikê vedixun ,bi hestên wî yên germ û nerm di nûşin.wê jiyana taybet peywendiyên mirovayî bi kesayetiyek hinerî biwê serdema dîrokî ve, û mercên derdûrê rê hene. Civaka ji hevketî, nakokiyên ji hev belavbûnê,zordestiya liser dayîkê û aloziyên wê ji nederfetên jiyana mirov bi mirovayî bijî, hejariya malbatên me bi giştî, û ya Mehmed şêxo bi taybet, dinava têlên tembûra xwe re ev melûlî bi giyanî anî zimên, bi dengê xwe yê stûr û nerm mina barana hêdî hêdî dihavînê de dibarê û diaxê de diçê xwar û qadan rewa dide, têr av dike.
Yan jî mina dengê harmoniyên amûretek nerm rewan xwe berdide hundurê guhdaran,çendî bibihîzin jê têr nabin wan dibe jiyanek tejî hest germ bê têrbûn. Ev astengî û hejariya vê kesayetiya lehing çewa ku xwe liber vê jiyana bê derfet girt û dinava pencên wê de, bi qehremanî li ber xwe da (bê nan bê bihayê çilik û kincan,,,,,,,,,), sitem û zindana û lêdanê, kirêt kirin bûye bihayê hinera wî,ji bo jiyanek serbest, bi serde jî koçberiya vî qehremanê di jiyana dojeyê de derbaskirî, boyî koçerê rojhilatê ji bo parastina bawerî û arnancên xwe yên pîroz.û pêşmergetî di mercên tengav de kir û bihunerê pêkanî. Ev hunera han ya resen û hevgirtî bê hempa afirand.Ew kiye ji bilî te, yê lehing , qehreman ê hunermend vî barî ragirê liser pişta xwe hilînê, di deştên têr dêw û dav tejî kelem û bi meşê,û çiyan û geliyan de di tariyê de bi lukumê, li gurên birçî rast werê, di kendalan ve bişemitê û berdewam bike û newestê???????
Gemiya wî li ti peravan ranewestiya,liber dijwariya pêlan nehejiya.Dara wî ya ku rayê xwe biaxa xwe de kûr berdayî liber bayê sitemkaran ne tewiya.
Çendî divê mijarê de herim ezê negihim dawiyê,ê nikaribim rasteqîniya vê kesayetiyê bidim xuya kirin,tenê min mînakek hêye ezê bêjim: Çiqasî Mehmed Şêxo di çavên min de bipîvanbî û cihek taybet hebî, lê dema min li bajarê Qamişlo limalekî kurd dîmenek dîrokî yê bavê Felek û dengbêjê hêja Rifat Darî û yeke din jî biwan re bî, min dîtin ez behtî û matmayî mam di çih de ,û tejî çavên min hêstirbîn, ji tembûra wî ya kevnar û gemarî,ji pîneyên bi qapûtê wî ve,û panteronê wî yê kurt û têr pîne, ji pêlava wî ya ku tiliyên wî tê re derketîn.lê herdû kesên din bibedil (qat) û gerefat û qundireyên reş diçilvilîn.û herdû li mile hevde bûn û Mehmed Şêxo ê me yê mezin li rexekî bo!!!! Ji xwe re ramiyam, min got eve ew hunermendê evqas mirov liseranserî welat dibin bandûra xwe de hiştîn, dêmek eve pin ê (sirê) rastiya deng û hesten wî yên efsûnî . di çavên min de mezintir bo.çendî liser hejariya wî min bihîstibî,lê min qet yeqîn nedikir divê radeyê deye. Belê evê jiyana tengav ya wî û welatê wî, evin mercên ku ev hunermendê qehreman derxistî. Bê guman ew afirandin û tiştin wî ji me re dibin çemek bê dawî, pê derya huner û çanda me tejî tir bibê.
Mina firokekî bê westandin,lîsek ji şagirtiyên xwe re avakir.Mîna mêşên hungiv liser her gulekî ji her baxekî ,ji her bexçeyekî mey da hev,di mêşdan ê(kewar ê) de kir hungiv. ji berî me pê nûşiyan û vane em jî dinûşin û nifşên werin çêja wî yê hêj bibînin,Û ê li kesayetî û hunerê wî bikolin, û xwena xwe pêkbînin bi çêkirina peykerên wî li meydanên fireh liher şarî. Û navê wî li rêyên cadan bikin.
Eve hunermendê ku kevnar nabe di dilê gel de cî digire.serdemekî dîrokî ev ezmone çêkiriye ,û wî jî çand û hunerek rewşenbîrî afirandiye,her tim xwe dikêleka gelê xwe de nuh kiriye û dîtiye, û rewşa wan û welêt nirxandiye, û nûnertiya wan jî kiriye, lema tezebûna xwe biher rengî parastiye.ketiye dinava hesten gel de,ew hatiye parastin, bûye male gel, û gel jî vê tiştê biher awayî bixwe re tîne der. Roja koçberkirina wî,09 03 adarê, bûye bûyerek dîrokî tête pîrozkirin. Bidil û çan em xwe bidinê,hinek bihayê deynê wî liser xwe rakin.
Da ku ew jî silavên me bigihînê :
Cegerxwîn û jê re stirana (Nexweşim ez di evîna te de dil bûye bîhok,,,bîr û kalim ez dinalim, por sipî bûye gulok,,,,)bêje.
Û bigihînê birahevalê xwe Bêbihar û jê re stirana (Çibikim ji can gava here jîna cewan,,, bexçê me hişk têde gulek nakê jiyan,,,) bêjê
Û bigihînê Sebrî Botanî û stirana (Tuwî buhişta rengîn gul û rîhan û nisrîn tuwî jan û tuwî jîn,,,,)jê re bêjê .
Û ji Tîrêj re stirana (Erê şûxê erê cane ,tu wer dam biçin seyranê,,,,)bêjê.
Civakek hunerî bi wan re lidarxînê bidengê xwe yê resen ji helbestên wan newrozê pîroz bike, û me jî li bîr bîne û pê serwext bike, seydayê stiranbêjan bavê Felak. !!!!!!!!

07,03,10