Gotinên rêsayî bi têlan

 (di bîranîna demsaleke dîn de)

Yasîn Hisên
Amûdê

Vaye ….îro jî demsal ji nêza dilê te
Li deverên me dimrin
û
ez mîna hunermendekî
têlên tembûra xwe li bejna demsalên te stûr dikim…
ew têlên birçî

xwesteka xwîna tiliyên birçî,,, har,,,, dike…!
ew dîwarê reş bûyî ji tûtina çixara min
ew dara zuha bûyî….ji hêstirê min
ev kefenê fireh…ji jiyana min
fireh dibe…giran dibe… li ser sînga min
û
ez mendalek im xwe davêjim sitêrkên şevên te…

vaye dengê min li van girikan belav dibe
kevirên Mîdozza  li hawîr dora min  serhawe qêrînê dikin
Qijalkên li serê kêlan bang li min dikin:( de tu jî tevî seyrana me bibe…..û xwe bi me re bike pîrozmend)

Îro….nivîs bê giyane…bêgane ye…
Ji min û te…!
Lêv surgun bûne…
Helbest dikevine binê çengan…bazbend in…nivişti in…stirî ne…giyanê nivîsê ne…
Ez xwe û te pê germ dikim..!

Şev ji me vediciniqe
Dema em bê xew dimînin…
Ew şevên sar û qefilî mîna çavê min
Ew şevên tarî û zuha mîna pêçiyê min…
Ew şevên dirêj …dirêj…mîna xerîbiya me…
Û
Bi destê sibehê re li xwe dilukum im…
Ne demsal…ne sitêrk…ne girik…ne nivîs…nejî şev…
Bêyî het tiştî
Bi destê sibehê re…emê hevdû birevînin…
Û di şeveke dagirtî de emê hevdû himbêz bikin…
Û
Tîna nava xwe bi hev re bişkînin…
Emê sînoran ji helbestan re nehêlin..

Û di tarî şevên xwe de….bi dizî…ji hevdû re bixwîn in…

Ma hîna dê çi bibêjim…

Deh sal ji perîşaniyê têra efsaneyê me nakin…
Tu bi ku diçî,,,ez û te em bêrgî hev tên…mîna hemû kulên me…
ma hîna dê bibim çend tilî…çend têl…çend kezebreşî…

( dibêjin ku mewîjê serxetê buha bûne…kes nema dikare wan bikire..tew benî bûne hesret..û tûtin,,,aaaaaaaax tûtin…tûtina vê demê poza naşewitîne,,,tenê çavan bi hêstir dike)

Ev bedena min e…
 De werin fortên xwe di quncika de bi kelînin…
Vaye tiliyên min sipî bûne
Vaye dilê min sivik dibe
Vaye çavên min zuha bûne
De ji min re bipîvin…bê kulên me çendîn dirêj in…

Ew şevên weyî zîz li we pîroz bin…
Ew şevên hîna jî bûne tifik di dilê me de…
Û
Dilê min di qerise bi teniya we re…
Ma hîna hûn çi dixwazin?
Tiştê ku min xweziya xwe bi we ditanî,,,ta pêçiyê min xûz bûn,,,mîna bedeneke pûşt,,, ji çixaran…!

(dibêjin ku xelk vê demê pir dimrin, roj derbas nabin bêyî konên reş û giriyên reş…û rojên reş)

Ew kî ne ewên ku henekê xwe bi me dikin…?
Qey nizanin bê hîna û hîna wê çi bi sere me bê…?
Nizanin bê em li ser çi pîzotê ne…
Em bedenan difroşin…di ruhniyê de
Em pereperestê xwe ne…

De ey demsala min …a kin…a çavgirtî …a şil…a tije bi lavlavk û penîrokan…….de tu jî nebe ji rabirdiwên sextet…
Tu kinî….ji ber tu xweş e..
Lê te çav ji çi girtî ye..?
Te şilîya xwe ji ku anî ye?
Te dilê min bi bihna buhara xwe re kiriye rêwîyê salê…
dilekî rêsayî bi têlên tembûran…
Her û her serpêhatiyên xwe bi ser sere min de dilorîne…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...