Helbestvan Mehmûd Sebrî: Nerînek rexnesazî li hin ji helbestên wî

Xalis  Msewer

Di sirûda bi navê( Welatê  xebatê) Mehmûd Sebrî weha dibêje:
welatê min tu xemla rojhilatî
tu deryayek ji jan û kêferatî
tu kanî ma ji bo sor- raperînan

                  tu hola şoreş û hêrs û xebatî
Berya hertiştê divabe em zanibin ku helbestvanê me Memûd Sebrî, xwe bi helbestên kilasîk micûldike, û ev jî tê wê manê ku hemû sirûdên wî bikêş û trazû û bi ritim û mozîk têne lidarxistin.

  Li vir navnîşana van malikan ji dû peyvan hatiye hûnandin /welatê û xebatê/ welat ciheke giring û girtiye, û peyva xebat bi wateya kêferat û berxwedanê hatiye, ango welatê me kurda bindeste û herdem cih û gastîna ceng û berxwednêye, weha ji navnîşanê me naskir ku bihna şoreşgêryê ji van malikên helbestî difûre, û dengê daholên kefteleftê ji çiyayên kurdistanê bi xwe re tîne. Ne bitenê bêhna berxwedanê ji van malikan difûre, lê bi mozîkeke pir delal û rewan jî hatine lidarxistin, û herdem jî helbesta kilasîk bi mozîk û bi bare (qafiye), û trazûyê xwe spehî dike.
Weha Helbestvan welatê xwe mîna xemla rojhilat dipesinîne, û peyva – xemil- jî wateya rewşa xweşikbûn û spehîbûneke bêhemta dide welat. di malika yekem de helbestvan karîbû dû wêneyên ji hev cuda di yek tablohê de biafirîne. wêneyê yekem wêneyê welatekî spehîye ku ev welat herdem ji rohilat re xemil û xêze, lê eynê wî welatî di nîv malika din bi êş û azaryê tê pesinandin. Dîsanê dûbarekirina tîpa  cênavê didiwan – tu– hinekî vê malikê dixe warê dîscurc(xîtabê) de. lê yekîtiyeke nefsî û dilsozî di van malikan de xweş peyda dibe. Lê dibêjim Memûd Sebrî emrazên xwe yên helbestî hin caran ne bi rêyeke istatîk û hunerî dirêse, û hêjî nikarîbû xwe ji pexşan û netriyetê bidûrxe, nemaze di warê pêşkirin û paşkirinê(التقديم والتأخير) de, mîna ku dibêje- tu kanî ma ji bo sor raperînan- Tevlî ku wêneyeke hunerî xweş di vê nîv malikê de peydadibe jî lê dibêjim, ev nîv malik gereke weha hatibana  – tu ma kanî ji bo sor raperînan- dema – kanî- bi wateya kaniya avê be- û – ma tu kanî- dema kanî – emraza pirsê be- wê xweşktir û spehîtirba, û wê ev nîv malik bêhtir bi ritim û awaz û mozîkba. Ango dibêjim gereke ku her helbestvanekî kurd divabe xwe berde nava diyardeya pêşkirin û paşkirinê de. Tê bîra min ku carekê min di sîminareke Mamosteyê hêja Mehmûd Sebrî de ev rexne lêkiri, û wî bi sînkeke fereh ev rexne pejirand, û ez hêvîdarim ku wê anha jî bi sînkek hê ferehtir vê rexneyê bipejirîne.
Mehmûd Sebrî di sirûda bi navê(Baş û nebaş hevdemîn) de dibêje:
Kêferat pêwiste bo dozên mezin
Bê xebat, kes nakihê dozên dila
Dakevin, ey kurd, xebata dûdirêj
Doz, çi care, na êne destê tembela-5
Di vir de helbestvan bi helbesteke hunerî û pir xweş daxwaza xwe berbiçav dike, û diyare jî ku helbestvanê me li doz û rizgariya kurda pir bi lez û beze û dibêje: Rizgarî bê xebat û kêferat nayê destê bêkar û tembela, bi van qêrînên şoreşgêrî helbestvan miletê xwe hişyardike û wî liser rêçên berxwedanê de dajo, çimkî dibîne ku kurdistan barê girane û divê herkes yê kurd zend û bendê xwe vemale û bibe dozdarê rizgarya vî welatî, ev tişt jî ji van peyvên netewî û welatparêzî têne xuyakirin mîna- kêferat- pêwiste- xebat- doz- ji aliyê hunerî de jî ev peyva dîrokî – tembela- tê nasîn ku peyveke bi heste û gelek tiştan bixwe digre. Dîsanê helbestvan mîna kesekî ronak û rewşenbîr, dozek şoreşgêrî û berxwedaneke dûvdirêj ji kurda dixwaze, ku karibin mafên xwe yên netewî bînin heyînê û welatê xwe rizgarbikin. Ji ber ku maf û rizkarî bi hesanî nayê destê bêkar û bêpargêlan.
Di sirûda xwe ya bi navnîşana(Xwediyê dozê) de dibêje:
Bi soza lehengan           bi sûnda giran,
Bi doza, bi gorî             dibim pakrewan,
Bi xakê, ji xwîna           temîz – têr vexwarî
Me jînek bi rûmet          divê, yan ne man
Di van malikan de Mehmûd Sebrî bi awakî rêzkirin (narratîv) liser zimanê her yekî kurd û bi şoreşgêriyeke pir radîkal xwe belî û diyar dike, û bi sûndên giran mîna – bi soza lehengên kurdistanê – bi xaka ji xwîna temîz(tahir) têr vexwariye – sûnd dixwe ku bide ser rêka kesên şehîd û pakrewanên kurdistanê, lê dibe ku hinek bêjin gelo ka xeyal di van malikan de heye.. an na…? ezê bêjim bigûman bê xeyalbûna malikan di vir de diruste, ji ber ku malik di warê mebestek netew û riyalîzim de hatine hûnandin, û ev jî pêwistiyeke ku hinekî ji xeyal bi dûr keve.
Lê dîsanê ji herdû malikên pêşî dengên ritmeke helbestî xweş tê guhê mirov û hestên mirov tevradikin, û cesaret û mêraniyeke xort dide xwênerê malikan, weha helbestvan pirê caran dizane çawa awazên helbesta xwe bi têlên tembûreke resen û lihevhatî lidarxe. Û hewceyî gotinêye jî ku di vî sirûdê de Mehmûd Sebrî hin nefesa awazên Cegerxwîn yên helbestî di nav malikên xwe de digre, û ji dibistana wî ya helbestî hin ritmên helbesta xwe ya bi stiranî berdewam dike.
Di sirûdeke din de, Mehmûd Sebrî bang li jina kurd dike û weha jê re dibêje:
Jina kurd, zû serî hilde            li çar hawîr te tev jiyane
Gula azadiyê îro                      gelek nazdar û bengîne
Cîhan ronake, kurdistan         tenê bihinteng û tarî ma
Helbestvan livir- mîna me gotibû –  bang li jina kurd dike, û nav tê dide ku mîna xortan bi hêrz rabe ceng û raperîna rizgaryê, û evna jî xwenasîneke netewî û civakî pir têhgiştî derdixe wê hlê, û helbestvan dizane ku rola jinê di warê rizgariya kurdistanê de roleke pir bi wate û giring û mezine.Ji aliyê din ve jî, helbestvan wêneyeke pir xweşik daye azadiyê ku bi gulek nazdar û bengîn pesinandiye. Lê bêgûman malika dawî bi awakî pexşan, û bêyî ritim û helbestî hatiye danîn û mozîka malikan hinekî hatiye xirakirin.
Lê ku em li hin sirdên Mehmûd Sebrî yên evîniyê vegerin, emê vêre têkevin derya reqs û smayê, û ji aliyê hunerî de emê wî mîna helbestvanekî evîniyê xurt bibînin bêhtir ji  yê netew û niştimaniyê, ango ji aliyê asta helbestî  û  istîtîka hunrî de, Mamosta Mehmûd Sebrî bi hostayî zane helbesta evîniyê bihûne  bêtir ji helbesta netewî . Di sirûdeke xwe ya evîniyê ku bi navnîşana(Dilê naçar) hatiya navnîşankirin, helbestvan bi awazeke pir xweş û spehî dibêje:
Ta bi kengî, ey dilê jar
Ah û nalînên, bi azar
Ka xunava nav evînê?
Ka gulên geş ka sura sar
Ka bihara şeng?
Çilmisîn ew bax û gulzar
Hêviya, wek ta, zirav bû
Ma li ber çav, ma ye jîndar
Ev malikên evînî tevlî ku evîneke kilasîke jî, lê di vir de helbestvan hunereke helbestî pir xweşik û rind derdixe wê navê, ku mirov liber bayê hesta evîniya vî helbestvanê dilsoz di hejin, û hestên dilên evîndaran tevradike û xem û xeyalan ji asîmanê evînê direvîne. Di van malikan de yekîtiya hest û ihsasan û dilsoziyeke germ peyda dibe, û ji aliyê ritim û mozîkê ve jî yekîtiya malikan tê xuyakirin, û wêneyên nû jî hene mîna- ka xunava nav evînê – hêviya wek ta zirav bû. Ji ber wilo dibêjim Memûd Sebrî helbestvanekî hê jî dil keske û kare sura bayê evîniyê bi dilê xwe yê xortanî û tenik li hawîr xwe, bi helbestiyek bilind belav bike.
Sirûda evîniyê û herî spehî û istîtîk ku liber bayê wê serê aşiq û evîndaran tê hejandin eva ku li jêr bi nav nîşana(Gulava keseran) hatiye binavkirin:
Cana ji evîn û ji kulên her dem û gava
Sar na be dilê jar ji te kêm nake bizava
Ev navnîşan pir spehî û qeşeng, helbestvan bi vê navnîşan û sirûda ku min dû malik tenê jê veqetandine, ew jî ji boyî gotar pir dirêj nebe, pir serkeftiye ku karîbû vê navnîşna bi huner û bi wate ji helbesta xwe re hilbijêre. Ev jî dibe nîşana sirûdek evîndar û pir hêja. Ku em baş lêbinêrin emê bibînin ku, ev navnîşan ji dû peyvên wate berovajîhev hatiye lidarxistin- Gulav û keser- gulav wîneyeke berbiçav û geşe, lê keser wêneyeke nefsiye ji hindurê mirov tê der, weha herdû peyv tabloheke sembolî û suryalî pir spehî ji vê gulava nazdar û bi keser re mîna mirovan hatiye afirandin, û vê gulê bi gewde û laş dike. Ev wêneyê spehî hêjaye ku liser pişta govareke evîniyê bê resimandin. Evna… ji bilî mozîk û awazên evîndaran  ku ji van herdû malikan têne der.
Dawî dibêjim: Ku helbestvanê hêja Mehmûd Sebrî, helbestvanek kilasîke û xwedyê ferhengeke pir zengîne, lê çimkî helbestên wî kilasîkin ji ber wilo zêde li xeyala helbestî bi xwedî dernakeve, sedema wê jî pêwistên helbesta riyalîzim û netewiyêye ku li bal her helbestvanê kilasîk ev tişt peydadibe. Weha me dît ku Mamoste Mehmûd Sebrî helbestvanek cihgirtiye di warê helbesta netewî de, û hê bêhtir cihgirtiye di warê helbesta evîndariyê de, ku xwêner li ber bayê evîna malikên wî di heje û li walî û viyalî liba dibe, û ji berê de gotine dilê Melan tenike gelo wê çawa be dema Mele helbestvan be. Tiştekî dawî ji helbestvanên me yên hêja re dibêjim, ku di helbestên wan de herdem şêwaza paşkirin û pêşkirinê(التقديم والتأخير) balkêş be, lê ev hawe gelek caran li bal Mamoste Sebrî ne balkêşe, û ev jî şêwazeke ku helbestvanên me karin helbestên xwe ji pexşan  û netriyetê rizgar bikin.

……………………………………………………….

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…