Çîrok

Li Dêrikê simînarek jibo nivîskar û ronakbîrê kurd He was Mehmûd

Guropa Dêrikê ya çanda kurdî

Li ser daxwaza Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî, simînarek rewşenbîrî-ramankêşî di bin nav û nîşanê (( bingeh û peransîpên avakirina ramanek kurdî ya hevdemî )) ji nivîskar û ronakbîrê kurd Hewas Mehmod re,  bi amadebûna birek rewşenbîr, siyasetmedar, xemxwar û dilpêşên çanda kurdî,li roja şemiyê 11-11-2006 ê, li bajarê Dêrika Hemko hate girêdan .
Destpêkê rêzdar Hewas Mehmod lêkolîna xwe xwend .
Di lêkolînê de da xuyakirin ku çi miletekê hebê, bindest bê yan jê serdest bê xwedan sîstemeka ramankêşiye, ew sîstema ramankêşî di nava komek ji merc û hewkarên dîrokî, rewşenbîrî, çivakî saykolocî û aborî de tê pêkanîn û herweha da zanîn ku ew sîstema ramankêşî ya hevgirtî li cem kurdan nayê dîtin .
Di peyî re nîşan û dîmenên nedîtin û nependîbûna ramana kurdî ya hevdemî da xuyakirin û pêre egerên wê nedîtinê jî destnîşankir .
Dawiyê bingehê avakirina ramana netewî ya hevdemî di çend xalan de zelalkir.
 pişt re dan û standin ji aliyê beşdaran ve li ser naveroka lêkolînê hate kirin .simînar ta derengî şevê vekêşa û lêkolîn bi nêrîn, têbînî û pêşinyarên amadebûyan têr û zengîn bû .

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…