Ez te jibîr nakim

 

Mizgîn Hesko  
Bê guman, ji mêjve jina kurd sitran û helbesta shînê ristiye
Û xweshmêrên binav û deng bi girî bi bîr aniye
Di shîna Bavê min de…..fermon  ev sirûd.
Ev bû chend sal

Û ez di tora biyaniyê de werbûm
Berbi payiza temen de
Dareke heshîn û zerbûm
Bûme helbestvaneke lal
Û ji ferhenga gotinê derbûm

Yabo…
Dê kulîlkên Sinceqê
Û endekoya Cerehehê
Te bi bîr bînin

Dê kulanên Tirbespiyê

Di serpêhatiyên xwe de
Te shiyarkin

Û di hilma Rêve dorê de
Te bi lorînin

Dê taxên Qamishlo

Di pirtûka jînenîgariya xwe de
Her gav..
Te bi jenînin

xweshmêrek ji payedarên berê
xac hezek- êzîdnasek- sitêrbazek û musilmanek
ku ji rêbaza Toleransê  tête derê

ziman zêrek ji henasên dastanên berê

yabo…
heyvek ku di shevan de
gesh tête derê

civatnasek ji chalakên berê
yabo…
dîroknasek ku bê pirtûk
hishekî dolemend tête derê

Barzaniyek ji pêshmergên berê
Yabo…

Rêzanek ku di herêman de
Bi hesan qet nayên derê
Xwêsiyek ku îro ji qirkê
 nayê derê
yabo…
rêberek ku îro bi serbilindî
ta di shînê de
dishonê kederê

hevjînek ji rêzdarên berê
yabo…

û dêka me
ya ku ta mirinê
sozdara tebû
chawa dê tu nuka
qêrîn bête derê

comerdek xwedan dergihên vekirî
yabo…
bavê kech û lawan
ku îro dilbixwîn
mukir tên li girî

birînek ku di giyanê mede
her ma vekirî
yabo…
findek ku di nîgashê  mede
qet venamirî

pirsek di hishan de
ma vekirî
yabo…
heval û hogirên tey cigersoz
berî ku me dilxweshkin
hêsran dibarin kelogirî

bavê Kesra û Menal û torînê malê
ku  îro xew û hedan
ji wan reviyayî
bavê kechan
ku îro kulav di bin wan de
rizyayî

bavê Mizgîna
ku di hilma qehweyên beyaniyan de
û li ber dengê Miradê Kinê
bûye ashiqa zimên
û vê gavê soz dide
her bimîne pênûsek dadayî

Yabo…
Peyvek e pîroz
Ku îro jê têrnabim
Divim…bilind bilind bakim

Yabo…
Mîna hitokekê
Divim bi hawara xwe
Te rakim

Ax…chendîn min dixwest
Berî Newrozê
Chavên te
Bi dîwana siyem shakim

Yabo ..
Her chendîn digirîm
Û bigirî
Tehliya devê xwe

Shêrîn nakim
Vaye…shîna te li dare
Û ez behwer nakim

Yabo…
Ta ez heme
Ez ê te kehnî bigrîm
Yabo bi soz
Ez ê te jibîr nakim.

  24.02.2010—nîvê shevê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…