Helbest u Vidyo

Kêlîk


Azer Osê

Bêyî ku ji nêz ve,
te bi nasim,
te çira şeva xwe,
û xunava lêvên xwe,
dibînim
li pê te,
wekî çemê te
diçim,
tê de
Şepolan tev derbas dikim
dilê xwe , di kêlîka hatina te de,
û bîstikên evîna min de,
hêlîna te dihêlim.
Di wan kêlîkan de,
di rê de,
ez rêwî dibim
rêwiyê peyva te dibim
wekî pinpinîkê difirim
serî ji hesp re ber didim
hevoka eşqê saz dikim
mîna kew xweşik dibim
û li jînê aşiq û yarê we dibim.

09.02.2010

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…