BEHÎNAME

Pîrozbahî

Mihemedê Seyid Husên

  Bi rastî piştî ku min salix ji malpera (www.welateme.org) wergirtiye, şahiya min sînorên bêganeyê, nexşeya derya û oqyanosan helgavtiye,  hêrsa çakbînî û bextewariyê li hestên min xuricîye û coş daye min, nemaze ku çendî sezaye bi payeberzî kesanetiya dostê hêja Ferzende Elî ya ûzer û lacwer, hêmen û pêşiwar, kedaram, bizavêr û dirustkar, bi taybetî bo radestkirina bawernameya Doktora ji Zanîngeha Şamê. Ji dil û can li wî, li hemnîjadên wî, li hevaljiyan, zarok û binemala wî pîroz bikim, hêvîdarim ku li pêşerojê lawên hemrahên wî bi şêweyekî taybet û mirovanî bi şêweyekî giştî,

ji heman delîveya zanistî ya berz û bala, di hemî dabaş û babetên zanistî û melayetî de, di hemî hêlekarên jiyanê de, û ji encama dara ku bi keda xwe di rewayê de çandiye, berhem û mêweyên hemecûr û çêjer bigire, û heman şabextiya ferezanî ya gewre li ser zemîna jîwarî, bi comerdî li herêmê belav bike, û bi bîrekarî û zarmendiya xwe sûdwertir wergerîne…pîroz be.
Di heman helkeftê de jî: Sersala nû bi tenahî, fîrazî û aştiyane li we, li miletê me, li cîhaniyan bi giştî pîroz dikim… û her şad û kamîran bijîn.
      Teplice,  Komara Çîk , 
    29.12. 2009

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…