PYDKS-Yekîtî nameyek ji SPD wergirt

  Piştî ku şaxê navend û başûrê Elmanyayê yê Partiya Yekîtî ya demoqrat a Kurd li Sûriyê-Yekîtî- çalakiyek fireh bo helkeftina bîranîna 61an a roja ragihandina navnetewî ya mafên mirov, li dar xist û bang li raya giştî ya ewropî û navnetewî kir, da ku piştgiriya gelê Kurd li Sûriyê bê kirin, û herwiha peyamek protestoyê derbarê kuştina leşkerên Kurd di artêşa Sûriyê de di rewşine nepend de, ji desthiladarî û perlemanê elmanî re şand, nameyek ji nûnerê komika Patiya Sosyalîst a demoqrat a Elmanyayê SPD û berdevkê fermê yê mafên mirov û komîteya alîkariyên mirovane birêz Christoph Straesser wergirt. Ev e naveroka wê:
Ji komika SPD a perlemanê Elmanyayê
Bo birêz Silêman Hesen
Endamê şaxê navend û başûrê Elmanyayê yê Partiya Yekîtî ya demoqrat a Kurd li Sûriyê-Yekîtî-
Birêz Silêman Hesen
Gelekî spas ji bo nameya we, ya ku we di 14.12.2009an ji serokê komika SPD di perlemanê Elmanyayê birêz Frank-Walter Steinmeier re şand. Ewî jî nameya we ji min re guhast.
Arîşeyên Kurdan li Sûiyê ji min re diyar in. Komika SPD û komîteya mafên mirov û komîteya alîkariyên mirovane di perlemanê Elmanyayê de derbarê mafên mirov bi awayelî rêkûpêk civînan di dar dixin.
Em dê di dema pêş de rewşa mafên mirov a xerab û zor û herwiha ya Kurdên Sûriyê di riya daxwaznameyekê ji perleman re, girtûgo bikin.
Di gel rêz û silavan
Christoph Straesser
Nûnerê SPD û berdevkê mafên mirov û komîteya alîkariyên mirovane di perlemanê Elmanyayê de 

18.12.2009 Elmanya/Berlîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…