Selametî Be Eliyê Remî(Bavê Helebçe)

Ji roja 16/12/2009 an ve, welatparêzê Kurd Eliyê Remî yê bi navê Bavê Helebçe tê naskirin, ji ber kirîza dil di halekî xerab de ye. Piştî ku çar rojan di nexweşxaneya Qamişlo de ma, ew rakirin Şamê. Ji sê rojan ve li  Şamê ye, di nexweşxaneya Elesed a Camiî de ye, gerek roja duşembê dilê wî Emeliyat bibe.
Wek ku diyar e, Bavê Helebçe, yek ji çalakvanên Kurda ye, tev jiyana xwe di ber kêşeya gelê xwe de xerckiriye, ew di sala 1957 an de çêbûye.
Em wek dost, hogir û welatparêzên Kurd li Qamişlo ji Yezdanê gewre hêvî dikin ku Bavê Helebçe bi selametî û di zûtirîn dem de li bajarê xwe Qamişlo vegere.

Dostên Bavê Helebçe

Qamişlo 24/12/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…