Luqman Yûsif Û Reş Û Spî

  Cemşîd Bagokî

   Di van rojên paşiyê de ev pirtûka bi navê (Reş Û Spî: Çîrok û Çîvanok), ya rêzdar Luqman Yûsif derketiye ber destê xwendevanan. Bi min xweş e ku ez vê pirtûkê bi xwendevanên zimanê kurdî bidim naskirin. Pirtûk ji 110 rûpelan pêk tê, 27 çîrok û çîvanokên gelêrî di nav rûpelên xwe de kom dike, bi kurdiyeke zelal û şêrîn hatine hunandin.
   Ev pirtûk di dawiya sala 2009 an de ji rex NAVENDA AŞTÎ ya lêkolîn û tiwêjînewe ve hatiye çap û belav kirin û di wezareta rewşenbîrî de, di bin hejmara 1675 an, sala 2009an de hatiye tomar kirin. Pirtûk bi pêşgotinek bedew a mamoste Konê Reş hatiye xemilandin.. Werin, emê bi hev re wê pêşgotinê bixwînin, ka bê Konê Reş ci li dor vê koma çîrokan gotiye:
  Reş û Spî(çîrok û çîvanok)

   Reş û Spî: Komek çîrokên gelêriye, ji danhev û berhevkirina mamoste Luqman Yûsif e.
   Luqman Yûsif; ev xortê kurdperwer yê ku di ser du salan re xwe bi van çîrokan re mijûl kiriye, xwe bi wan re westandiye, ta ku wî ev çend çîrok û çîvanok ji civata kurdî berhevkirine.

   Di deryaya van 27 çîrokan de, mirov pêrgî pendên bi henekî, zîrekî, şarezayî û fen û xapên civatê dibe. Ango mirov serbûriyê ji wan digire. Bi wateyeke din, mirov di van çîrokan de rastî xisletên civata kurdî, rastî raman û fikra kurdî dibe û wiha di nav pêwendî û danûstandinên civata kurdî re derbas dibe.. Di vê derheqê de dikarim bibêjim ku, Luqman bi zîrekî çîrokên xwe ji nav civatê, ji bûyerên rojana di civata kurdî de danehev û bi hunerî kirasekî nû li wan kiriye, ango wî zargotin û bûyerên civata kurdî bi hunereke moderin, ji hundirê civata kurdî vedizîne û bi kurdiyeke zelal nivîsandine û wiha di rengê komek çîrok de ji xwendevanên gelê xwe re pêşkêş dike.

   Di vî warî de ev berhema wî a yekemîn e, em hêviya berhemin din jê dikin ku ji vê berhemê çaktir û tekûztir be û wek ku kurdan gotiye: (Goşt bê hestî nîne), Hem jî wek ku mîr Celadet Bedirxan gotiye:
( ..Belê xorto! Di dewra xwe de kêm û zêde, kiçik mezin, civat, kom, civanokan dê bibînî. Di dinyayê de tu tişt nîne ko tekûz bit. Di her tiştî de, nemaze di karên nûdetspêkirî de, pir car kêmanî hene. Heke te ew kêmayî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya daniyan bikî û wan kêmaniyan bi edilînî. Hilweşandina stûnekê hêsaniye, huner di rastkirina stûna xuwar deye.
*          *          *
   Xorto ! Holê bixebite, an bi xwe çêke an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin. Lê heger tu nikarî bi xwe çêkî, ne jî arîkariya çêkiroxan bikî hingê bi ên çêkirî şa û kêfxweş bibe. Ji ber ko ew ji bona te , ji bona miletê te hatine çêkirin. Nav di wan de bide, wan bi pesinîne.
Xorto ! Te dît ko bazekî kevroşkek girtiye, mebêje , ma girtina kevroşkê jî tişteke. Lê bêje te xezalek girtiye. Ji bona ko baz li xezalê bigere û bide pey wê.
Xorto ! Min got heke tu nikarî çêkî, lê bawer bike, ewlebe ko te dil hebe tu ê bikarî jî. Herçî ko dixwaze di kare jî).
Mîr Celadet Alî Bedirxan ( Kovara Hawar ê, H: 18 / 1933, Şam)
   Sebaretî me kurdan û zimanê kurdî, ez di vê baweriyê de me ku, em çendî li zimanê xwe xwedî derkevin û biparêzin em qenciyê bi xwe dikin.. Ango ne pesne, na şabaşiye û ne melaqiye..bi tenê kurdiye, kurdperweriye û parastina zimanê kurdî ye..Erê wek ku mîr Celadet Bedirxan li jorê gotiye.
    Luqman Yûsif ji neviyên xelkê gundê Tilşiirê ye. Ew xelkên ku di destpêka çerxê 20 an de, li ber destê Seydayê Cegerxwîn û seydayê Ehmedê Namî fêrî xwendin û nivîsîna zimanê kurdî bûne. Ango ev gund wek kelehekê bû ji parastina zimanê kurdî re. Ne seyre ku Luqman jî bide ser şopa wan û xwe di ber zimanê xwe de bi westîne.

   Ew di sala 1965 an de, li gundê Tilşiirê çêbûye, di warekî kurdperwerî de hatiye xwedîkirin û di ode û civatên Tilşiirê de fêrî gelek çîrok, çîvanok û serpêhatiyên civata kurdî bûye. Wî xwendina xwe a seretayî li gund a orte û lîse li Qamişlo bi dawî aniye, a bilind, di beşê toreyê de (Zimanê Fransî), di zankoya Helebê de xwendiye. Ji ber hezkirina wî ji ziman, zargotin û serpêhatiyên civata kurdî re, wî ev çend çîrok ji civata kurdî dane hev û bi rengekî hunerî ji xwendevanên zimanê kurdî re hunandine û pêşkêş dike..

   Em jî, bi dil û can wî spas dikin, serketinê jêre hevî dikin û vê pirtûka wî li xwendevanên zimanê kurdî pîroz dikin.
 

20/12/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…