ÎNA CUDA

   
Behlewî Bavê Welat

“Werîsê Înê
Riziyaye..
Durî werîsa bin”
Pirsên vê hevokê westiyan..

Qîj kirin min:
“ziman fireye..
Cihê hezaran pirs lê heye…
Ger tu hê xwedî hêzî..
Tîpên me dizarin ji ber te…
Bibûre”
Riya li hevhatinê ne hiştin…
Ji min re nema tenê bêjim:
“Bibûrin..
Pirsê xoşewîst”
*         *        *
Gelek roj çûne
Ew pirsê ko ji devê min reha bûn..
Zengelorka..mîna xêzên rûkê rihsipiya..
Bi têlê xwe re..
Seyran dikir…
Ta..Îna cuda ..
Serê xwe livand…
*           *         *
Bi elenda Înê re..
Destpêkirin bûmelerzîn..
Ji min re tenê diyar bûn…
Kê dibînim…?
Kî nêzî min dibe…?
Lêva hev bernedan..
Ji rêwiya naz re dipeyivîn!
“ji zûve..
Ta vê Înê..
Ez tazîme”
Rabû bi nîvkenekî
Ser lêvnokên Nisêbînê..
Hûnandî wê..
Xweşiktirîn cil
Û
Li bejna min kir…
“Lê..hevala Îro..
Dîlbera peşerojê..
Hê min sare…
Gelek nîvkena..
Li laşe min ke..
Hê min sare…
Tazîbûna ji dayikbûnê
Bibûre..tê bi weste..
Ta tu çareser bikî…
Mîna bûzê xwe li ser min bihelîne..
Bûza te jî cudaye..
Mîna vê  Înê ..
Cudaye…
Te her tişt guhart…
Wateyên din liba min ..
Hatin afirandin
Ji her..
Roj û cih û pirsê re..
Ferhengeke nû..
Ezê pê bi axivim..”
*            *         *
pirsên hêja..
Ji nû ve xwe amedebikin..
Wateyên nû va ez…
Diyar dikim we..
De ka werin..
Em dê bêjin:
“Werîsê Înê..
Ne riziyaye..

Dûr ne bin ..ji werîsa”

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…