Abbas Ismaîl Û Ferhenga Dengan Di Zimanê Kurdî De

 Cemşîd Bagokî

Ferhenga Dengan Di Zimanê Kurdî De pirtûkeke nû ye li pirtûkxaneya Kurdî zêde dibe, ji berhevkirina mamoste Abbas Ismaîl e. Ji berî çend rojan ve li Şamê ji rex weşanxaneya Dar Elzeman ve hatiye çap û belav kirin.

   Ji çend salan ve mamoste Abbas di vê pirtûkê de xebitiye ta ku wiha berhev kiriye.. Ji gelek jêder, çavkanî û civata kurdî sûde wergertiye ta ku bi vî renge bedew amade kiriye. Ji tîpa A dest pê kiriye û li gor her tîpekê dengên ku ji mirov, Lawir; Şêr, gur, piling , Beq .. Dengên bêcanan, Teyr û Tilûran, mih û berxan.. bi kurdî û hember wan jî bi erebî nivîsandiye..
Pirtûk ji 136 rûpelan pêk tê.
   Hêjaye gotinê ku mamoste Abbas Ismaîl di sala 1938 an de li gundê Sada çêbûye, di sala 1962 an de bûye mamoste û wiha gelek şagirt li ber destê wî mezin bûne ku niha bûne doktor, endezyar û avokat.. Ji ber kevinbûna wî, ku ew ji pêşengên mamostayên kurd e li Cizîrê bi navê mamoste Abbas hatiye nas kirin..
   Jiyana wî di gelek qunaxan re derbas bûye, gelek kar û barên têvel di jiyana xwe de kirine, wiha jî yên konevanî; di destpêkê de endamekî aktiv bû di partiya komenîstên sûriyê de, vê paşiyê ji ber mêldariya wî bi rex kurdewariyê de dûrî komenîstan ket û wek kurdekî welatparêzî serbixwe dest bi nivîsîna bi zimanê kurdî kir û ta niha çend pirtûk berhev kirine ji wan:
1-Gula Civatê 1995
2- Çîvanok û Pêkenok 1996
3- Em beranên ber kêrê ne 1998
4- Xelata Mandêla 1999
5- Stêr û bêr 2004
6- Fêrbûna Zimanê Kurdî 2005
7- Çend goşî ji mêwa jiyana min 2006
Em ji dil vê pirtûka wî a nû Ferhenga Dengan Di Zimanê Kurdî De li xwendevanên zimanê kurdî piroz dikin, spasiya mamoste Abbas Ismaîl dikin û hêviya berdewamiyê jê dikin.

Qamişlo 15/12/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…