Dengê Azadî xwaza ji zindana Edra xweş tê

 luqman silêman
luqman_sileman@live.se

Ma gelo dengê girtîgihan ji zindana Edra tê we wek ku tê min ez dibêjim em tev vî dengî dikin ji ber ku hîn dengê berxwedana girtîgihan ji zindana Amedê  ji hiş û guhê me derneketiye û wê bimînê di hiş û guhê deme. Û em ji bîr nakin dema ku Kawa yê hemdemî di roja Newroza sala heştêyan de agir berda canê xwe yê birîndar û deng bi zindana Amedê xist piştî pêncî roja ji rojiya mirinê û bi agirê bejna xweya bilind kulîlkê çiya û deşt û newalê kurdistanê av dan û xwîna wiya zelal hêdî hêdî xwe berda Çiya û zinarê Welêt
 û Mezlûm Doxan ji wê rojê de bûye simbolek ji xebatkarên Welêt re û ji girtîgihên di zindanê dijmin de û wê bimînê di ojdan û hişê her kesê Welat parêz de çi di girtîgihan de û çi di nava rêz xebatê de.
Em bi dil û canê xwe bi were ne dilê me li cem weye ey hevalên di zindanên dijmin de û bi taybet ew hevalên ku îro serê mihekiye di zindana Edra de ketine rojiya mirinê. Ez hêvîdikim ku berxwedana we cih bigre û armancên we pêkwerin..  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…