Jîn û Evîn

Zanav Kêtikanî
 
Mey û bade xweş dikê peyvan
Govend û sema serxweş dikê xortan
Rûpel û name diçê li cem wan
Xanim û şah min dikin zîndan
Ditirsin ji min ji bû keçan
Dildar bibim ji wan qîzan
Her yek ji wan weku bûkan,
Xewn û ne xewn xeyalim ez
Rast û ne rast dildarim ez
Şeva berê serxweş bûm ez
Li ser te ez dîn bûm ez
Nizanim ku dil jare ez
Dizanim ku dil saxe ez
Ji berbang de hêvî bûm ez,
Nizanin ku serxweş bûn ew
Bi mey û bade gêj bûn ew
Di govend û sema de dîn bûn ew
Nizanin ku serxweşin ew
Ji zulf û lêvan şaş bûn ew
Hêviya bejina wê bûn ew
Dixwazin jîn jiyanin ew
Li ser milan xûnavin ew,
Were zerî dildarim ez
Bi mêrg û av serxweşim ez
Li ser çiya kurdim ez
Bi xebat û kêf û şerim ez
Li bajaran koçerim ez
kardûx û mîtan im ez
Havîn û buhara ferdosim ez,
Li hember min tû baxçeyê
Bi bihin û gul û rêhanê
Çîçek û dar û şalûlê
Li ser min tû bi sazê
Bilbil û kew û kenarê
Buhuşt û girava botanê
Ziving im ez tû mêvanê,
Ji te tê xwar her tiştê xweş
Sergerdan dibim bi bihina geş
Diketim eşiqê ew şeva reş
Min lêv gez kirin tev belaş
Dawiyê ez bûm Zembîl firoş
Perîşan kirim li deşta reş
Heya ez birim li ba Laleş,
Şepalê tû û nazdarê
Şêrîna xelkê kurdanê
Li dijî min tû leyla yê
Çeleng û xop û xanimê
Li ezmana tû şehbazê
Digerê xortê kurdanê
Ez li virim de tû werê,
Mecnûnim ez wekî te me
Zembîl firoşê ji bû te me
Têm kuştin ji bo te me
Cîhan bê te ew harane
Buhuşt bê te ew dojehe
Zanav bê te ew wendaye
De tû were tû her tişte.?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…