Çalakiya birçîbînê ya Hunermend û Reşenbîrên Kurd li Oldenburg

Komek rewşenbîr û hunermendên Kurd li Almanya bajarê Oldenburgê di bin dîroşemeya “em bi we re ne girtiyên zindana Edra´´ li hev civiyan û gotin.
Ev 25 rojin girtiyên azadiyê li zindana Edra bi canê xwe şerê rêjima zilmê dikim
Ev 25 rojin kulîkên Kurdistanê di nav çar dîwaran de li ber xwe didin
Ev 25 rojin girtiyên Edra bi berxwedana Diyarbekir şadibin
Ev 25 rojin gelê kurd li kolanan bi wan re li hemberê zilmê diqîrin

Û va îro jî rewşenbîr û hunermendên Kurd li bajarê Oldenburgê bi hestên xwe sirûda azadiyê ji qehremanên Edra re dixwînin.
Çalakiya hunermend û reşenbîran roja yekşemê 22.11.2009  katjimêr 08:00 li vê navnîşanê Dede str 2 26135 Oldenburg bi xulek rêzgirtin li ser giyana şehîdên azadiya gelê Kurdistan destpêkir. Di serî de beşdaran di nav xwe de dîwanek hilbijartin dîwan ji helbestvan Hoşeng Biroka, Helbestvan Ezer Osê û helbestvan Hêmen Kurdaxî pêkhat. Di pey re pêşneyaz ji bo diyarkirina rojevê hatin berhev kirin.

Di serî de beşdaran xwe bi hev dan naskirin û piştir li ser van xalên li jêr munaqeşe hatin kirin.
Ji 12 avdarê û heya niha helwesta hunermend û rewşenbîran û xalên hevbeş yên xebatê.
Nuqteyên hevbeş yên kar û xebata Kurd.
Çalakiya girava birçîbûnê li zindana Edra û dengvedana wê û rola piştgirya rewşenbîr û hunmermendan.
Erkên Rewşenbîr û hunermendên Kurd li hember çalakiya zindana Edra.
Cihê hunermend û rewşenbîran di tekoşîna azadiya gelan de û rola wan.
Û gelek xalên din yên cuda cuda hatin gengeşe kirin.
Ji serî heya dawiyê çalkî bi rihekî berpirsyarî hat meşandin û hemî beşdar tevlî danûstandinê bûn. Li ser navê PYD ê  birêz Dijwar û Newaf Xelîl tevlî çalkiyê bûn û dîtinên partiyê û rewşa hevalên xwe yên di girtîgeha Edra de di giravê birçîbûnê dene dan xweya kirin.

Kesên beşdarî çalakiyê bûn:
Ezer Osê helbestvan, Hoşeng Biroka lêkolînvan û helbestvan, Hêmen Kurdaxî  helbestvan, Cano Şakir hunermend, Serhed Bucak siyasetmedar û nivîskar, Abdilhemîd Xelîl nivîskar, Welîd Hemza(Yekîtî), Dara Ahmed siyasetmedar Yekîtî, Sîpan Birahîm endamê PYD, Newaf Xelîl rojnemevan (PYD), Dijwar PYD, Anwer bavê Alan nivîskar, Mehmûd Sîno nivîskar (Yekîtî), Rodî Xelîl Şêwekar, Ronîcan Heso hunermend, Zubêr Salih hunermend, Bengî Agrî hunermend, Hadî Şingalî hunermend, Xebat Şakir helbestvan, Mustafa bavê Gîvara nivîskar, Bişar Bacinî hunermend, Fadil Şêxmus nivîskar.

Gelek welatparêzên li Oldenburg û derdorên wê çalkiya rewşenbîr û hunermendan ziyart kirin
Mina. Sazkarê Kurd Kamîran Hisên, Sehîd  Karmend, Eyob Kurt Karmend, Ezîz Mehmûd,  Mustafa, Diya şivan û bavê şivan, Mam Hisên Hewran( bavê şehîd Sebrî) û Abduleh.
Bê goman gelek welatparêzên Kurd hatin cihê çalakiyê lê mixabin min navê geleka ji wan nasnekir lê ya herî girîng ew bû ku teva bi hatina xwe diyarkirin ku bi girtiyên xwe re ne û doza wan ji nêz ve dişopînin.
Her wiha jî Serokê PEN a Kurd  birêz Zerdeşt Haco, Şanoger Kawa Şêxê û Nivîskar Fêrgîn Melik Aykoç bi telefûnê piştgirya xwe ji bo çalakiyê dan xweya kirin.

Xebat Şakir
24.11.2009 Oldenburg/ Almanya
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di nêrîna min de baştir e ku em helbestvan bi kurtî di çend rêzikan de bidin nasîn:H.M. Hebeş di sala 1970 de li gundê Şiyê,gundê helbestvanê nemir Hamid Bedirxan li navçeya Efrînê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.Ew jî mînanî pir hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber zor û setemên rêjîma dewleta…

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…