Serdana Memê Alan


Yasîn Hisên

Ev lîska şeytana ye…Memo
Pir nêzk mebe ha….agir li hemberî te ye…!
Û îro çarşeme… ew ji te re welîmê amade dikin, de xwe ji xewna bedew re amade bike…ji ber li wir sê Horî xwe bi selikê xwe liba dikin ên ku dagirtî ne ji kaniyan…

amade be Memo….kezeba min. vaye ez bi bê çareyê dava te vedidim…
Ji ber em neviyên wî tuxmî ne, em ji wan kesên me dûrî xewnan dixin heznakin…û dûrî ba û dara…
Em ji dengên çûçik û bihna tiwa hezdikin,,,û ji sitran û dastanên te jî hez dikin.. ey nav şêrîno…Memo…
(Ey gulê sore keremke vir de were…
            Vê sibehê ez bihna te dikim ji tixûbê Cizîra Botan)

Ez jî te distrênim…Memê min,,ey biyaniyê aniha…!
Ez şerê demê dikim…ey kirîvê delal
Û ji bejna te re du peyalên meya Efrînî hildidim,,,bi te re li gundan digerim, û te ji şevbuhêrkên bi gundî û dengbêjan re amade dikim…Memê min,,,ey hevalê biyaniyê..

daxwaza te bi (kirîvê) re dibînim…ew keça xwediya gulmitkên şekirînî û şêrîn..ew kevoka gola (Simoqiya)….û ezim ew kewê xembar li ser kêla te..

bi te re diçim bi tevaya dilê xwe …û ji berbangê de, te dinoşînim bi qehwa tal re , berî ku em berî bidin wan beyaran…!

Xwe dikim mîna (Zembîl Firoş), ji çavên (Xatûnê) ên zeytûnî, revyayî,,, û pêrgî te dibim di nava beytik û kevokan de….te tiwên bejî û Zatera çiyayî dida Koviyan…û bi dengê (Mihemed Arif) re te bihn dikim…

Erê Memo…gundekî din,,,û serdana me wê bi dawî bibe…
Sitranek din ji (Kawîs Axa),,,û ezê bi te re dîn bibim
Du malikên din ji (Edûlê),,,û ezê bi te re rêwî bim ji Kepezê Milan heta bi Wêranşarê…
Awirek din ji (Eyşana Elî),,,a ku çil û çar kanî li ser sînga wê paldayî ne,,,û em ê bi hev re berî bidin mirinê…!

Ev e qedera me ,,,Memê min…
Ku em ji heriya (Beko) bizên…û her salê em siwarê wê derewê bin…ey padîşahê Hûrî û cinan,,,ey xewkirê li ser palgeha êş û eleman…

Erê Memo…keziyên wê zêrînin..û lêvên wê li benda hezar ramûsana ye ji me…û laşê wê kelehe ji gotinên qedexe ji me re…û ew bejna wê rêçikek bû ji sawa fedyok re..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…