BEHÎNAME

Konsêrtên Ronîcan Hiso li herêma Kurdistanê

Şerwan Mela Ibrahîm
 – MediaKurd- Hewlêr

Hunermendê kurd yê naskirî, Ronîcan Hiso hejmarek konsêrt li herêma Kurdistanê li darxistin…
Li ser daxwaz û mêvandariya parêzgeha Dihokê hunermend, Ronîcan Hiso ji bo cara yekê serdana Herêma Kurdistanê kir û hin konsêrt li deverên weku Şingal, Baedirê, Domîz, Dihok û hin deverên din jî li darxist. Herweha konsêrta dawî li ser daxwaza xwendekar û xelkên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Hewlêrê dimînin, hate sazkirin.

Di konsertê de ku li parka Famîlî Fan li Hewlêrê hate sazkirin, hejmareke gelek û berçav ya xwendekar û xelkê her çar parçeyên Kurdistanê tê de beşdar bûn.
Di vê derbarê de hunermend Ronîcan Hiso di daxuyaniyeke taybet de jibo MediaKurd.com ragehand şabûna xwe ya li dor konsêrtê û amadebûna xelkê ji her çar parçeyên Kurdistanê. Ronîcan herweha diyar kir ku ew gelekî kêfxweşe ku cara yekê Kurdistana Azad dibîne û konsêrtan li wêderê bicî dike. Wî sipasiya parêzgeha Dihokê li ser mêvandariya wê kir. Herweha sipasiya genc û xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê li ser alîkariya wan ya ji bo sazkirina konsêrta li Hewlêrê kir.

Hunermend Ronîcan hêvî jî xwest ku di demeke nêzîk de karîbe konsertan li her sê parçeyên dî yên Kurdistanê jî pêkbîne.
Di dawiyê de jî Ronîcan Hiso bi MediaKurd.com re ragehand ku bi van nêzîkan C.D ya wî heftê dê belav bibe û hêvî xwest ku bi dilê heskiriyên wî be.

Tê zanîn tîma mûzîkê ya di gel Ronîcan Hiso ji van kesan pêkhatibû:
Hunermend Ehmed Şingalî: li ser dîlana Kurmancî.
Izedîn Hisên: Org
Fewzî Bavê Ferhad: tembûr
Hozan Agirî: baxleme
Kawa Kobanî: derbek
Mihemed Hewlêrî: Keman

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…