BEHÎNAME

çalakiyên Hevbeş yên nûnerên çar partiyên kurdî Sûrî li hewlêr

 Roja (23.10.2009), li hewlêr paytextê herêmê Kurdistan civînek asayî di navbera nûnerên heryek ji (partiya Demoqrata kurdî li Sûriya, partiya azadî kurdî li sûriya, partiya yekîtî deîmoqratî kurdî li sûriya, partiya dîmoqrata pêşverû kurdî li sûriya)

di wê civînê de bi rihekî biratî guft û go li ser rewşa tevgera siyasî kurdî li sûriya bi giştî hat kirin , her wiha tevkariya di nav nûnerayetiyên wan partiyan de li herêmê Kurdistan hate nerxandin , û pêwistiyên karên hevbeş di nav wan de, û tevan dîtin ku nasandina kêşa kurdî li sûriya û di vê were kirin bi hêzên siyasî yên kurdistanî 
Di vî warî de roja (24.10.2009) şandekî hevbeş pêkhati bû ji (Mistefa Ibrahîm nûnerê partiya dîmoqrata pêşverû kurdî li sûriya , Mehmûd Mihemed nûnerê partiya yekîtî deîmoqratî kurdî li sûriya, Mehmûd Erebo nûnerê partiya azadî kurdî li sûriya, Elî Şemdîn nûnerê partiya dîmoqrata pêşverû kurdî li sûriya ),serdana jimareyek ji hêzên siyasî kurdistanî li şarê hewlêra paytext kirin
Vî şandî serdana nûsîngeha (Partî Dîmoqratî Kurdistanî Îran )li şarê hewlêr kir, û ji alê berêz (Tahir Mehmûdî) endamê komîta navendî PDKÎ û jimareyek ji endam û kadirên nûsîngeha vê partiyê bi germî hate pêşwazîkirin , di vê hevdîtinê de herdû aliyan rewşa kurd bi giştî û kurdên sûriya û îran bi taybetî berçav kirin
Û her di wê rojê de jî , şandê hevbeş yê herçar partiyan , serdanî nûnerayetiya hewlêr ya (Partî Azadî Kurdistan PAK) kir , û hate pêşwazîkirin ji aliyê berêz (Husên yezdan Pena), cîgirê serokê PAK , di wê hevdîtina biratî de helûmercê siyasî li navçe û Kurdistan bi giştî hat baskirin , herweha rewşa tevgera kurdî li bakurê Kurdistan û ew guhertinên ku di ware çareserkirina pirsa kurdî li wir bi giringî hate nerxandin

Herwiha roja (25.10.2009),  şanda herçar Partiyan serdana barega (Partiya Komînista Kurdistan) kir, û ji alî Endamê Mekteba Siyasî berêz Diham Hesen , û Endamên Mekteba pêwendiyan (Hawta Resûl , Omîd Mihemed Salih, kirêkar) hate pêşwazîkirin , û herdû aliyan basa rewşa siyasî ya rojhilata navîn û rewşa Kurdistan bi tevayî kirin û takîd li berdewamiya pêwendiyan kirin

Jêder: Dengê dîmoqratî – hejmar 8

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…