Senterê Aştî yê lêkolînan simînarek li darxist

Îro roja sêşemê 27.10.2009  li set 4 ê êvarê li li hola Dîyalok ya bajarê Silêmanîyê, bi amedbûna komek roşanbîr û siyasetmedar, sîmînarek li ser rewşa Kurdistana rojava, ji aliyê Dr. Ebdilbast Seyde ve hate dan.
Babeta sîmînarê bi vê navî bû: Rewşa tevgera kurd ya sîyasî û sivîl li kurdistana rojava.

Seyda bi şêweyekî modern li rewşa kurdistana rojava axvî û mebest û pêlanên dujmin di derbarê kembera erebî de aşkere kirin.
ji aliyê din ve jî da xuyakirin ku dujmin pêlanên gelek  mezin li sere kurd kirine û bûyerên mezin jî bi ser de hatine lêmixabin lêkolînên berfereh û zanistî li ser wan pêlan û bûyeran nehatine   û kirin belgeh bi destnexistine, loma jî komela navdewletî bayaxdan pir bi doza kurd li rojava nade. ew jî carek din ji qelsbûna tevger û roşanbîrên kurde.
Ronakbîr û sîyasetmedarên kurd ji kurdistana rojava, Kurdistana rojhilat û kurdistana başûr amide bûn û gelek pirs ji aliyê wanve hatin kirin, berêz Seyda jî bersiva wan bi dilekî vekirî da pirsên amedebûnan bêtir li ser rewşa tevgerê û li hevnekirina partiyên sîyasî bûn û piraniya partiyan û hindkbûn xelkê wan.
Li dawiyê jî  Dr. Seyda spasiya Sentera Aştî kir ku ew  dervet ji wî re dan ku sîmînarê xwe li Kurdista azad da

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…