KOMÊN AŞITÎYÊ

Demhat Dêrikî

Li hemberî hemû gavên neyînî û şêwaza şerxwazî ya dewleta Tirk ku (derûnî, siyasî, civakî, leşkerî…) ji hemû aliyan ve li dijî miletê kurd û tevgera azadîxwazî dimeşand, Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê di aşityê de bi biryare. Tevgera kurdî li bakurê kurdistanê di bin rêbertiya PKKê de ji deh sala pirtir destê biratî û hogiriyê dirêjî dewleta Tirk dike û dixwazê pirsgirêka kurdî bi riya aşitiyê bêçareserkirin. Pêngava ji aliyê vê tevgerê ve hatî avêtin ku komên aşitiyê şandin Tirkiyê, parçek giringe ji vê qonaxê.
 Li sala 1999an de jî PKKê pêngaveke bi vî rengî avêt û dewleta Tirk hemû endamên vê komê zîndankirin, lê, divê wateya xwe ya siyasî û dîrokî neyê jibîr kirin. Anko ev bû cara duyê ku ev kom tên avakirin û bi dirûşmeyên aşitiyê berê xwe didin Tirkiyê.
Lê, armanca vê pêngavê çi ye û çi dide diyarkirin? Di bersiva van her du pirsan de, di serî dixwazim bibêjim; nimûneyên wisa di tevgerên azadîxwazên cîhanê de kêmin yan nînin. Li ser banga serokê PKKê Ocalan, koma aşitiyê ya duyem di dîroka xwe de kete rê. Di demke ku AKP û artêşa Tirk jibo çareserkirina pirsgirêka kurdî li gorî berjewendiyên dewleta Tirk dimeşandin û soz û pakêtên derwe û vale amade dikirin, ev kom kete rê. Di demeke wisa de pêngava komên aşitiyê, siyaseta dewletê ya durû pûçkir û rojeva Tirkiyê, Kurdan û ya cîhanê qulipand aliyê xwe û însiyatîf û nîqaşa çareserkirina pirsgirêka kurd kire destê xwe. Ev gav, hêviya biratî, aşitî û bi hev re jiyanê ya ku dewleta Tirk bi derwan vemirandbû, pêxist û di dilê miletê kurd de gurkir. Lewma, îro (200.9.20) bi sed hezaran kurd li ser sînor di pêşwazîkirina komên aşitiyê de amadene. Ev gav samîmiyata PKKê di aşitiyê de dide diyarkirin. Ev gav, fersendeke dîrokî û afirandineke ji derfetên giranbuhare re jibo çareserkirina pirsgirêka kurdî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…