“NIVÎSKAR HELÎM YÛSİV WÊ BIBE MÊVANÊ AMED, ÊLIH Û MÊRDÎNÊ”

Çîroknûs û romanûsê Kurd Helîm Yûsiv, bi boneya azmûna xwe ya nivîskariyê û bi taybetî, ji bo di derbarê romana xwe ya nû de “Gava ku Masî Tî Dibin” bi xwendevanê xwe re fikrên xwe parvebike li bajarên Êlih, Mêrdîn û Amedê panelan lidardixe û piştî panelê romana xwe ya nû imze dike. Panelên ku ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve tên organîzekirin,  li Êlihê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Batmanê, li Mêrdînê bi hevkariya Leylan Cafe û li Amedê bi hevkariya Eğitim Sen û Weşanxaneya Evrenselê wê pêk bên.
Em weke weşanxaneya Lîsê hemû xwendevanên kurd dawetî panelên nivîskarê hêja Helîm Yûsiv dikin.

Bernameya Panelan:
ÊLIH
Dîrok: 11 COTMEH 2009 (Yekşem)
Saet:    17:00
Cih:     Salona Sînema ya Yılmaz Guney
MÊRDÎN
Dîrok: 17 COTMEH 2009  (Şemî)
Saet:    14:00
Cih:     Leylan Cafe
AMED
Dîrok:  18 COTMEH 2009 (Yekşem)
Saet:     15:00

Cih:   Salona Eğitim Senê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…