Di parlamenta Swêdê de: Semînarek li ser rewşa Kurdan li Suriyê

Çarşem, 28.10.2009, seet  11.30 – 14.30
Stockholm, Parlamenta Swêdê
Di sala 2004ê Surî û Yekîtiya Ewropayê li ser peymaneke hevkariyê li hev kir. Lê ev peyman ta niha nehatiye imzekirin, çimkî Yekîtiya Ewropayê Surî ta roja îro gunehkar dike ku ew şerê terorê nake û ti hewildanên ji bo rêzgirtina mafên mirovan nîşan nade. Piştî pênc salan ji vê helwesta berdewam rewş hatiye guhertin.
Yekîtiya Ewropa dixwaze di demeke nêzîk de vê peymanê imze bike. Hikumeta Swêdê jî îsal hin gav avêtine. Wezîra bazirganiyê ya Swêdê Ewa Björling di havîna îsal de serdana Suriyê kir û armanc ew e ku peywendiyên aborî di navbera herdu dewletan de xurtir bibin. Partiyên oposîtsyonê û rêxistinên mafên mirovan ên surî û navneteweyî berdewam rêjîma Suriyê bi binpêkirina mafên mirovan gunehkar dikin. Rojek derbas nabe bêyî ku mirov nûçeyekê li ser çewisandina çalakvanên mafên mirovan nexwîne. Bi taybetî Kurdên Suriyê behsa zêdebûna çewisandinê li dijî xwe dikin û îsal hejmareke mezin ji çalakvanên kurd hatine girtin û bi salên dirêj di zindanan de hatin cezakirin. Kurdên Suriyê diyar dikin ku ew du caran tên çewisandin: carekê wek welatiyên Suriyê û careke din ji ber ku ew Kurd in. 47 salan piştî ku hikumeta Suriyê nasnameyên surî ji bi dehhezaran ji welatiyên kurd stendin, wê hîn jî sozên xwe bi cî neanîne û nasname li Kurdan venegerandine. Gelo çi hatiye guhertin ta ku helwesta welatên ewropî li hemberî Suriyê bê guhertin? Mafên mirovan û Kurd îroj li Suriyê di çi rewşê de ne? Pêwîste Yekîtiya Ewropa û welatên wê çi bikin?
Ji ber ku semînar di parlamenta Swêdê de pêk tê, pêwîst e ku kesên dixwazin beşdarî vê semînarê bibin, nav û paşnavê xwe bişînin vê e-mailê û ewê piştre di rêya e-mailê re agahiyên berfirehtir li ser ciyê semînarê bi dest bixin: berivan@liberal.se.
Program:

  1. Eva Savelsberg (Berlîn): Rewşa Kurdan li Suriyê ji dema ku Beşar el-Esed bû serokê Suriyê. Savelsberg seroka Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî ye.
  2. Ewa Björling (Stockholm): Peywendiyên aborî di navbera Swêd û Suriyê de û pirsa mafên mirovan. Björling (Moderaterna, Partiya Moderat) wezîra bazirganiyê ya Swêdê ye.
  3. Aaron Lund (Eskilstuna): Rewşa oposîtsyonê li Suriyê. Lund rojnamevan û lêkolîner e.
  4. Sîrwan H. Berko (Berlîn): Girtina çalakvanên mafên mirovan ê kurd û rewşa wan di zindanên Suriyê de. H. Berko rojnamevan e û yek ji xebatkarên malpera “KurdWatch.org” e.
  5. Fredrik Malm (Stockholm): Helwesta Yekîtiya Ewropa beramberî Suriyê. Malm (Folkpartiet Liberalerna, Partiya Gel a Lîberal) endamê parlamenta Swêdê ye.

    Birêvebirin: Bêrîvan Mihemed (rojnamevan, Sundsvall)

Amadekar: SILC (Navenda Lîberal a Swêdî ya Navneteweyî; Swedish International Liberal Center, www.silc.se)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…