Ezîz Xemcivîn
Ho Chi Minh (1890-1969) Pêşewa û damezrênerê dewleta Vêtnamê(Vietnam) berî bimire wiha digot: Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek nîne, ger mirov ji dil de xebatê neke, wê herdem barê bindestiyê bikişîne.
Bi serhatina jiyana xwe de bi dil û can, ji dil da bi hemû hêza xwe, ji bo welatê xwe, ji bo şoreşê û ji bo gelê xwe min kar kir.
Ger li cîhanê mirina min pêwest be, ezê bi dilê rehet herim gorê, lê min dixwest ez hîn vê xebatê berdewam bikim, çi fêde jiyana min destûr neda, ji ber wê jî belkî dilê min dêşe.
Ger min serfiraziya hemû gelên cîhanê bidiya, ez şad biçûma. Ji devê Şivan Perwer
Cenga danûstandinan
Hebîb Bû Riqêba Yekem serokê Ereban bû, yê ko eşkere got: Em bi cengê nikarin tu mafên xwe bidest bixînin; gerek em aştiyê bi Isaryilê re bikin. Piştî evê gotina wî, Ereban (milet û desthilatdaran) ferman li ser serê Bû Riqêba rakirin. Hinan bi xinizîtiyê û hinan bi nokeriyê ew tawanbar kirin. Herweha bi Enwer Sadat re jî dema çû peymana Kampa David muhir kir, heman tişt kirin,
Bê guman roj bi roj piştgiriya Amerîka û welatên Ewropa ji Israyil re gelektir bû, û hevalbenda Ereban ya serekî Sovyêt bû, ew jî ji kok ve çû. Ereb ji hev ketin û hêza wan têkçû. Hêza Israyil heta bi ya otomê li hember çêbû. Nuha hîç Israyil tiştekî ji wan tiştên ko dida Ereban nema dide. Gelek welatên erebî li tiştên çûyî poşman bûne lê nema bi dest wan dikeve!
Dixwazim vê nimûneyê bînim ser kêşeya kurdî, îro derfet li ber danûstandinên aştiyê li Bakurê Kurdistanê hene. Tirkiyê hem ji hêla Yekîtiya Ewropî û hem jî ji hundir ve di bin gelek pestanan(fişar) de ye. Kêşeya miletan di nav xwe de çareser ne kiriye; dixwaze bibe endama Y. E. û Ewropa jî mercên wê eşkere ne, eger mafê mirovan ne misoger be; hîç Tirkiyê Y. E bi çavên serê xwe nabîne.
Ji vê yekê desthilatdarên Tirkiyê di ragihandinê de “buharê tînin çogê” û dibêjin heta berî serê salê pêwist e kêşeya kurdî çareser bibe. Lê bi mercên Tirkan ne bi viyana Kurdan, wek nimûne dixwazin xwendin bi zimanê kurdî li herêmê bikar bê, lê hîç zimanê kurdî weke zimanekî serekî napejirînin. Lêbuhirandina giştî ji têkoşerên Kurdan re jî red dikin, û gelek mafên rewa binpê dikin.
Birêz Abdulah Ocalan jî -Nexşeyeke rê- ji bo çareseriyê weke proje ji zindana xwe, di riya parêzerê xwe re belav kir. Di projeya xwe de ji serokwezîrê Tirkiyê R. T. Erdogan lavayê dike ko kêşeya kurdî çareser bike û vê derfetê ji destê her du miletan ne berde. Herweha dixwaze pirsgirêk bi gufûgoyê bi PKK re çareser bibe. Daxwazên Ocalan ji bo serxwebûn û rizgarkirina Kurdistanê nînin û ew dibêje ez tu herêmê bi sînor an sînorkirî naxwazim. Mîna Barzanî û Talabanî fîdralizmê jî naxwazim û serokatiyê jî naxwazim, tenê dewleteke dîmukratîk dixwazim, anko Tirkiyeke dîmukratîk ew armanca birêz Ocalan e, tenê dixwaze ko her du milet bi aştiyane bi hev re bijîn.
Gelo miletê Kurd yê ko bi dehên salan xwîn rijandiye, çiya û deştên Kurdistanê bi xwîna têkoşeran hatine avdan, wê -Nexşeya rê- ya Ocalan bipejirîne?
Ragihandin li Kurdistana Îraqê
Li Şamê (bajar û gundên wê) di kultura Şamiyan de dema yek dimire, eger piçûk, mezin, jin an mêr be, çaxê çi nimêjê be, li mizgefta nêzîkî mala wî/wê berî banga mele, mirinê diragihînin û dibêjin ev kes çû ber dilovaniya Xwedê û veşartina mirî sibe di heman demjimêrê de dibe.
Li bal min ev mijar seyr bû, aya ji bo çi piştî 24 demjimêran tê veşartin? Min bi xwe nikarî bû û ji kalemêrên wan ev pirs kir. Yekî got: Çi mirovê ko dimire, ne wek tê gotin rewan zû bi zû jê diçe û tucarî di demjimêrên pêşî de xuya nabe, ji lew ra em 24 demjimêran wan dihêlin, piştî ev çax dibuhire, her tişt ji mirov re xuyanî dibe. Laş bi durv, reng û sariya xwe, sax an mirî ji hev xuya dibe. Ev ji nîşandekên tekezkirina mirinê ne; vêca em wilo dikin û bi dilniyayî ewan diveşêrin.
Ev kultur di ragihandina kurdî li Kurdistana Îraqê de jî heye, ji bil nûçeyên ko bi (serok, serokkomar, serokê parleman û serokwezîr) ve girêdayî ne, bi piraniya nûçeyên der û ber nabihîsin an jî dibihîsin lê heta 100% tekez nekin ko mirî an sax in, bila piştî çend rojan be jî hîç naragihînin.
Ev jî baş e, gerek em gazinê nekin, çimkî nûçe tekez nebe an mîna hevîr ko tirş nebe, wê nan şikeva bê. Bila nûçe pijyayî be, çiqas dem di ser re here jî xem nîne, (zaten) gelek ji nûçeyên kevin hez dikin!
Hitokê
Carekê yekî mele li malekê dibe mêvan, berê xanî, axur, sefik, û hêwan bi piranî bi ser hev ve bûn.
Bi şev çaxê raketinê hat, xwediyê malê ji mele re got: Seyda cihê me hinekî teng e, emê nivîna te li odeya Hitokê deynin, seyda got ne xem e bavo!
Bi şev tarî bû, ruhnî tunebû; seyda ket nav cihê xwe û raket. Sibehê seyda rabû, dît çi zeriyeke bedew wek heyvekê di nav cihê Hitokê de ye, di hizr û bîra seyda de bû ko Hitokê zarokek e!
Gava dît, behitî û got:
– Lawo! Ma tu Hitokê yî?
Keçikê got erê xalo, û wê jî ji seyda pirsî ma tu xalê mele yî?
Seyda got: Na Welle, ez dîn kurê dînan im!
jêder: avestakurd