BEHÎNAME

Têkoşer û welatparêzê hêja REMEZAN BAVÊ MIHSO ji nav me koçkir

Ciwan Dêrikî

Remezan Bavê Mihso mirovekî welatparêz , kedkar , têkoşer û kurd perwer bû , jiyana xwe û zarokên xwe bi keda milê xwe dibûrand , karkerekî bi semax bû , paleyek dilşewat bû , girêdayî axa welat bû . ji despêka tevgera azadiya Kurdistan a hemdem ew pêre jiyandibû , girêdayî doza pakrewan û gerîlayan bû ,girêdayî bîr û ramanê rêber Apo bû , bi wê xizaniya xwe ve jî . . xwe ji tu kar û çalakiyan ne diveda , herdem li rêzên pêş bû . bi rastî milîsekî çalak û nirxparêz bû , hevalên wî . . bê ojdaniyê derbarê wî de nakin , di nava gelek  bûyer û livbaziyên zor û dijwar de cih digirt û ji mirinê ne ditirsa . . ta di çalakiyeka berûmirinê de navê xwe kiribû (Izraîl ) hewqasî  bi evîneka mezin û heskirineka dijwar diçû ser erkên xwe .
Bavê mihso di sala 1958 an de hatiye jînê li gundê Girbalat li Dêrika Hemko , jiyanek biêş û zehmet kişand , bi keda destê xwe debara xwe dikir . tu karên zehmet neman ku têre derbas nebû , palehî , kolan , rahiştina baran , keraxî , kişandina çemento û qûmê . . . .hd .

Di bihara 2009 an de êşê xwe berda bû hinavên wî ,  digot ûrê min têşê , lê ji bo zarokên wî riswa nebin û wan serfiraz bihêle xwe ji kar dûr nekir u xebitî , di serê havînê de penceşêra malwêran lê zorkir ,piştî çend caran zikê wî vekirin û neştervanî lê kirin , piştî sê mehan berxwedana wî ya bi êşê re , roja 24 9 2009 an berêvarî  jiyana xwe ji dest da .

Mixabin ku dema îro kêmin yên nirx û rûmetan didin mirovên welatperwer , di beşdariya konê sersaxiya wî de , weke mirovekî atax û ajan jî xelk ê serdan ne dikir , gazind ji dost û hevalên wî ye , ka çima lê xwedî derneketin . mirovekî hewqas ked dayî , di zor û zahmetiyan de li pêş bû , ta dawiya jiyana xwe jî girêdayî nirx û rûmetên gel û şoreşa azadiyê bû , kurê vê axa berxwedêr bû , û ma li ser soza xwe heya dawiyê .

Bila serê hemî mirovên welatparêz û dilpak sax be , serê zarûk û malbata wî sax be .

Çendî ev çerx vajî û seqet here , çendî rûreş û rûkirêt bajon ser nirx û têgehên pîroz , ala rastiyê wê biheje li jor , û mirovên birûmet wê bimînin nîsan û nimûne .

25 9 2009 Dêrka Hemko  

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…