Nexşeya Rê An çi di vî tûrikî de heye?

Cankurd

Demeke li Türkiyê gengeşiyeke fireh û req heye, ka bo çi dewleta Turkan wa “Nexşeya Rê”, ku hêja A. Öcalan di zindana xwe de bo çareserkirina kêşeya kurdî li bakurê Kurdistanê amade kiriye, nade dest peyrew û rêhevalêd wî yên li çiyayê Qendîlê, li başûrê Kurdistanê, an partiya wî, ya ku gelek nûnerên wê di parlamenta Ankare de hene, ewên bi coş û hewes çaverêya wê “Nexşeya Rê” dikin, da li ser binyada wê, bi deselatê re bidin û bistînin…Lê ewana bi xwe, deselatdarên Turk, û em belengazên Kurd jî, tev dizanin çi di vî tûrikî de heye…
Di vê nexşeyê de gota “dewleteke kurdî” naye kirin, belku tersî vê yekê dewleteke wilo wekî hovjiyaneke kevneparêz ditê xuyakirin. Ez wilo dibêjim, ji ber ku ew ro ji zû ve di wêjevaniya ramiyarî ya PKK de çûye ava, ew daxwaz hîn ji berî girtin û revandina hêja A. Öcalan ve bûye berfa sala berê…
Di vê  nexşeyê de, li gor guman û texmînên siyasetnasan, ramana dewleteke neteweyî di Kurdistanê de têye pûçkirin, û ezguman dikim, ku federaliyeke wekî ya başûrê Kurdistanê jî mîna gaveke di rêya çewt de ditê nirxandin…
Wekî dî jî, em giş dixwînin, bi Turkî, bi Kurdî, bi Erebî, an jî bi zimanên biyanî, hêja A. Öcalan ji zindana xwe de û gelê Kurd çi dinivîse, çi dixwaze û çi fermanan dide bo rêheval û peyrewên xwe, û bi ser de jî, ew çi azaran “nesîhetan” dide deselatdarên turk…Ji wan pevekên navdar jî, hinek hene wilo ne:”Divê Kurdistan bibe niştê hemî xelkê wê ji gel û hindikiyên dî”…Ev tê çi wateyê?
Qey Kurdistan di destê Kurdan de ye, ku ta niha wan hindikiyên dî ji para wan di malstandin û deselatdariyê de ji wan revandine? …Hinek bawer dikin, yek ji wan jî ez im, ku mebesta hêja  A. Öcalan, ewe ku nabe deselatdarî di Kurdistanê de têkeve destê gelê Kurd tenê, an dev ji kurdbûna Kurdistanê berdin…
Em tev dixwînin ku hêja A. Öcalan li ser gelek mijaran di gelek gotaran „peyivînan“ de radiweste, lê gelek caran raya xwe di wan mijaran de diguhêre. Carekê hêriş ser serokatiyên başûrê Kurdistanê dike û carekê daxwaza berhevhatinê di navbera wan û PKK de dike…Carekê dibêje ku tiştekî wî dij bi Îsraîl nîne û carekê wê wekî neyarê serekîn û pêşîn bo gelê Kurd bi ser tîjkên ruman ve dike…Hêja  A. Öcalan carekê seriyê çoyê xwe (Gerîlla) di rûyê deselata Erdoğan de dihejîne û carekê qumriyên aştiyê bi ser asîmanê Ankare de difirîne…
Tenha di du mijaran de raya wî camêrî naye guhartin, ew jî gava li ser qencî, hêjayî, diristî, bîrfirehî û kurdhezkirina ATATURK dipeyive, û gava ew bangewaziyê li gelê Kurd dike, ku bila ew yekbûna zevîn û dewleta Türkiye bike …Lê baş ditê bîra me, ku di destpêka derketina PKK de hêja A. Öcalan ev Ataye wek mestirîn hovbaz û xûnrêj(1) û Kurdkuj dihanî zimên, û baş ditê bîra me, ku li ba PKK ewên ku “Serxwebûn” nedixwastin wekî ker û seg û kesin bê rûmet dihatin jimartin…
Kurd dibêjin: Dunyaye, zû têye guhartin…û teqlomeqlo dibe…
Ji van helwêstên cihê-cihê, hemahema em dizanin wê çi di vî tûrikî de bo gelê hebe, wê rê li ber daxwaza Kurdistaneke serbixwe an federe bêye girtin…û eve daxwaza hemî Turkan, ji her babeteke ramiyarî û ramanî…
De ji bo çiye, ev hêlehêl û kişemiş? Bo çî dewlet nahêle ev “Nexşeya Rê”, ku bê guman li gor daxwaza tunekirina armanca kurdistanî hatiye ristin û vehûnan, bigihe peyrewên hêja A. Öcalan di PKK de?
Ez dibînim ev daveke pir lawaz û fêlbaze ji gelê Kurd re, ku ji zû ve hatiye vegirtin, da ev gel têwerbe û careke dî nikanibe daxwaza “Kurdistaneke Serbixwe” bike…Nexşeya Rê ewqas têye bilindkirin, bihakirin, û maaazinkirin, ku Kurd di bazarê de, bi dewleta Ata re, tiştekî bêtir ji daxwazên ku di vê nexşeyê de hatîne, nexwaze…
Divê gelê Kurd neyê xapandin, û dive li ser wê yekê raweste, ku armanca wî ne tenê hinde mafên çandeyî û daketina gerîllayên çiyan e û valakirina zindanan e…
Ev naye wê wateyê, ku em li dij çareseriya aştiyane bin….Na…na..Hîç pêdiviya me bi wê gengeşeyê nîne, ka aştî ji cengê baştire an ne?
Lê wekî Kurd dibêjin: “Bira bira ye, bazar li dera ha ye”
————————————————-
(1)    Di piraniya helbestên kurdî yên kevnare de peyva (xûn) bi kart ê, ne (xwîn)…[Cankurd]

15 September 2009

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…