Sede mîn salvegera Rewshen Bedirxan li Qamishlo hate li darxistin

Bi helkeftina derbasbûna sed sal li ser ji
dayikbûna jina kurd a hêja Rewşen Bedirxan
 semînarek li bajarê qamişlo li Hola D.Nûredîn Zaza
di şeva 11/9/2009 li darket.bi amade bûna gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd

Di destpêkê de lêkolîner û nivîskarê kurd Konê Reş gotarek li ser jiyan û xebata Rewşen Xanim xwend, û têde bal kişand ser rola Rewşen Bedirxan weku yekemîn jina kurd ku bi barê çand û wêjeya kurdî rabûbû.
Her weha yekemîn jina kurd bû ku di kovara Hawarê de nivîsand, û ji ber ku hevjîna Mîr Celadet Bedirxan bû roleke wêyî giring hebû di belavbûn û nivîsandin û wergerandina gelek pirtûkên kurdî di wê demê de
Her weha bi wê bonê helbestvan Dildarê Mîdî helbesteke xweş li ser Rewşen Xanim xwend
Bakirî koça xwe îro
Xanima birca belek
Daye ser şopa celadet
Sed bi xêr oxir û felek
Sed xwezî ku me hebana
Dayikên wek te gelek
Lê mixabin pêlên deryan
Nayên li bayê kelek
Dayika min pir hêja bû
Çendê bêjim hindike
Her ku bêjim dil di êşe
Çimkî hîn ew pirzike
Lê dizanim ku jina baş
Ew mêrê baş radike
Di warê (ilm) û (edeb) de
Jin bi hêza mêrike
Hêvîdarim ku jinên kurd
Her di jînê wek te bin
Wek sitêrên asîmanan
Tim li dora kewkebin
Tim şiyar û nobedarên
Doz û daxwazên xwe bin
Da ku herdem serfiraz bin
Her di jînê ew hebin
Ger te dî dayê mîrê min
Pir silavên min bide
Bê gelê kurd pir şiyare
Tim li sînga xwe dide
Doz û armancê xwe nadî
Pûç û xav û beyhude
Goşt û neynûk qet ji hevdû
Tucarî nabin cuda
Va li her alî welêt tim
Xwîn dirêje bûye çem
Go di sînga dijminê xwe
Bûne sindan û kelem
Me keland û sincirand û
Qir û serma û seqem
Çimkî îro em gihane
Va me çêkir çax û dem
Dayê rewşen bêje mîr
Va ew daxwaza te giha
Dendika çandî te hingî
Vaye şîn bûye nuha
Şax û lem çûye li serxa-
-kê dirêj bû her ciha
Ket rêya ava jiyanê
Tevde ew lê pengeha
Pişt re gelek amadekaran jî nerînên xwe li ser vê jina hêja dane xuyan û di nava wan de Mamoste Hemîd Derwîş, ku ji amadekaran re da xuyakirin çawa mala Rewşen Xanim maleke kurda bû li bajarê Şamê, ku hemû rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ji her çar parçeyên kurdistanê xwe lê digirtin, û bal kişand li ser rola wê di komîteya vejîna çanda kurdî de li Şamê, a ku mala wê bûbû cihê wê komelê a ku bi dû de û bi alîkariya wê dîsa yekemîn partiya kurdî di Sûrya hate damezrandin
Di dawiya semînarê de, guftûgo di nava amadekaran hate li darxistin û gelek pirs li ser vê jina kurd a ku dikeve rêza yekem de di nava jinên kurd de ku gelek fedakarî ji bona pêşxistin û xurtbûna çanda miletê xwe, û yekem jina kurd a rewşenbîr tête nasîn 


dimoqrati.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

 

Kesayetiyeka ko pir gotûbêj li ser çê bûne, pir gotegot wek pencereyekê li ber hemû bahozan vekirî be…

Dixwazim çend gotinan ji bo dîrokê derbarê evê kesayetiya Kurdperwer û hezkerê welatê xwe pêşkêş bikim…
Seydayê Tîrêj ji min re got: „di mirina Xweda ji wî razî be têkoşer Hecî Mihemedê…

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…