Rêzdariya niviskarê me li ku maye ? Bersiva Jan Dost Dost (2-3)

Siyamend Brahim

Min digote qey ez di wê baweriyê de bûm ku  mêşdanka niviskarê me yê li Ewropa dijî ewê xweştirîn hingivê şêrîn jê derkeve, hingivin çiyayî be bihna gul û kulîlkên  zelal û paqij wek wê azadiya ku tê de dijî, sipî wekî sipîbûna çiyayê Zaxrosê, ne hingiveke trolebe, û xaxe be, çiqasî dil hebû ku Jan Dost di sinçeyên xwe ve hîn ji wisan mezintir be, kesîtiya wî dareke nazenîn be, pelên wê ahenga sosin û qurinfilan jê bifûre,  helesa şîrava   kewara wî resen be, Lê divê mirov bextê xwe xera neke û bêje di warê wêjeya kurdî de, xwedan bejneke bilinde, nemaze di warê wergerandin û nivîsandina bexşande zimanekî nazenîn, berz û bilinde .
 Lê ev pirsgirêgên wî yên derûnî xeşmeke mezin lêkiriye, ew sed pile daxistiye binê kûrahiya bîra bê deng, eve warê xwe kuştinêye , kuştina kesayetî, ji ber ku ev kujtara herî xurte, nemaze di warê xwedîtin û payetiya dahola ving û vala.
Gelo ev dahênana wî ji ber vê dilreşiya wî ye, an jî ji ber jiyana wî ya tracî diye, an jî sedemin hene em pê nizanin, ev çi raze, ku xwedan pênûseke hêja wisan bi vî rengê han dirame, kesayetiyeke windayîye.
Heyf û sed mixaibin ji wisan rewşenbîre re, Birastî gava min di hevpeyvîna wî xwend ez li ser gelek mijarên ku behs dike, sekinîm, û min ji xwe re gote: ew tu caran ji vê guvika(heleqe)hana dernakeve,  Xwezî ji  mêj ve Jan Dostê me ev durr û cewahirên xwe derxistbana, û her tiştên di hinavên xwe de rijandiba. Min çiqasî dixwest ji pêşiyê ve Jan Dost rexna me bike, hineke mêranî li cem wî hebe, piştî ji welatê xwe bireve, ji nuh ve defterê xw yê  şewitî vedike, toza salan li ser paqij dike.  
Rêzdar Jan dost li Ewropa dijî, lê jiyaneke erzan, Çawa xwe erzan dike, Ev xwendineke hesane, bala xwe bidin vê  hevpeyvîna wî bê çawa Jan Dost mirovekî bê keramete!
 fermo wekî wî di hevpeyvînê de gotiye ez saf gotinên wî rsit dikim ew dibêje:  
Min nivîsek nivîsî. Di wir de min hin rexne li şêweyên nûçeyan kirin. Wergera kurdiya wê nivîsa min (ku bi erebî bû) piştî demekê giha rêveberiya Tv yê. Ji rêveberiyê roja 1 ê hezirana 2003 an, Sebrî û Ferda wek mehkemeyekê ji min re li dar xistin. Ez di wê mehkemeyê de bi tuhmeta xayintiyê hatim darizandin. Wan gote min ku tu koleyî, tu xayinê herî mezin î û nizanim çi jî. Min qet dengê xwe nekir. Tenê min got: Ji bilî van tiştan, hûn dixwazin çi bibêjin? Wan got: Tiştên xwe rake û here mala xwe. Bi vî awayî ez ji kar hatim avêtin. Yanî ne min bi kêfa xwe dev ji Medya Tv yê berda. Wan bera min dan. Ziyaneke maddî a baş jî li min bû.
Xweşik lê binerin, li helwesta Jan Dost temaşe bikin, piştî ji Tev Medya berdan wî, û ew bi tawanbariya xiniziyê kirin, Cardin vegeriya û bi vê kenalê re karkir, ew dibêje:
“Piştî bi çend salan av hinekî zelal bû. Ez çûm min bi rêya (Aynûr Bozkurt) bernameya ji bo zarokan amade kir. Di wê demê de, min projeyeke wêjeyî pêşkêş kir. Navê wê Şevnem bû. Min testek jî li studyoyên Wuppertalê (VIKO) amade kir. Kaset ji rêveberiya televizonê re şand. Lê qet bersiv nedan. Ne erê ne jî na. Min berpirsê weşanê dît û jê pirsî: Ka çi bi projeya min hat? Got ne gihaye me. Li wir li vir min pirsî, min dît mesele bincilikî dibe”.
Hey wax li wisan rewşenbîr, Jan Dostê wêjevan û li welatê xwe xwedî qedir û qîmet, mînaka xortên Kobaniyê yê berz û bilind wisan bi sere wî tê, wekî Ferdosî gotiye:
Tifû li te be ey zeman!!!    

Siyamendbrahîm@gmail.com

Qamişlo 8 9 2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…