Nandozî li cem kêye.. Bersiva Jan Dost (1- 2)

  Siyamend Brahim

Li dirêjahiya du xelekan Dilbixîn Dara hevpeyvîneke dûvdirêj bi mamoste Jan Dost re kir, û li dirêjahiya herdu xelekan Jan Dost dikeve dem û dewrana jiyana xwe, jiyana tev kul û derde, Li vir hêjaye gotinê ku pir dijware Jan Dost zû bi zû dev ji van birînên xwe berde, xuyaye tracîdî, u reştarî di psîkolojiya wî de hatiye stran, ango bi gotineke din tu sed salî li Ewrupa bijî tu nikarî ji vê hestiya reş rizgar bibî. Û divê em meteloka Kurdan jibîr nekin ku “kurmê şîrî heye Pîrî” Ez gelekî pê narim û dirêj nakim, mirovê hevpeyvîna wî xweşik bixwîne û li ser raweste, dê bighêje pirsin ji yek tayî ve hatiye girêdan, û dibêjin “ Name ji navnîşana wê xuyaye, Jan Dost ew here ser Bercîsê bijî, ewê  Jan Dostê ku rahiştiye komek pirsgirêgên derûnîdijwar, û nikare zû bi hesanî jê rizgar bibe.
Emê niha vegerin çîroka çapkirina  şirovekirina Mem û Zîn ya ku min di sala 1995 an de çapkir, û berî her tiştî derengbûna derxistina wê  ji alî Can Dost ve bû, Gava min birova pêşe ji pirtûka wî ez texmîn dikim ew bêtirî mehekê zêdî sozê xwe ma. Ew nema xuyakir, ew kete xewna giran, û hew deng  jê hat, paşê stêra Sibehê xuyakir, û birova pirtûkê da min, û li vir ji ber sozên xudiyê çapxanê em jî mecbûr dibû em ji hevalên xwe re dibêjin îro û sibe, Divê em mukur bên û bêjin derengbûn ji me herdu yan bû, Lê bela Can Dost sipasiya yezdan bike ku şirovekirina Mem û Zînê  bi rengekî paqij, û bi rengekî qeşeng derket û ciheki baş standiye. û bera bi payberzê hêj nas bike ku ew 500 dane ji şirovekirina wî bi rêyeke parastî  ghişteîne bajarê Helebê, nemaze tu destûra çapkirin û weşanê tuneye., Eger ev pirtûkên Jan Dost bihatina girtin ezê salekê biketibama zindanê, ev jî me dabû ber çavên xwe, Ji alîkî din ve jî me tu pere ji Jan Dost negirt, û ewî pirtûkên xwe belavkir û firot, û niha ezê li ser xala herî giring rawestim, karê weşangerî herî karê bi şeref û rûmete, ber tiştî her nivîser newêre here çapxanan, û baweriya xudanê capê bi her kesî re nayê, û divê wekî Jan Dost bizanin ku weşandina pirtûkan wekî karê firotina gulaye, û ev karê ha ji rûniştina di dukana  firotina morîkên te çêtire.
Piştre Jan Dost kerr û bê deng ma, cardin min ew qut nekir, Ewî li ser dîwana  Fethullah Husênî gotareke rexneyî nivîsandibû, Fethullah gotara ji kovara ASO re rêkir û min weşand, cardin Jan gotinên xerab li ser min digotin, û digote ev gotara han min ne şandiye,  Fethullaye jê re rêkiriye. 
Tuyê çibikîeger: “Mirovin hene ku di psîkolojiya
Jan Dost, daçeka jibîrkirin û dilovaniyê miriye, xuyaye ekama li ser derûniya wî zagonên olî xurtbû, An jî pirsgirêkeke kesayatî heye, ku bandore wê heye ku tu carî riya xweşiyê nas nekiriye, Lê jibîra neke! Ê behsa zelaliyê bike, Divê dilê bi xwe ne zelal be, û ne li berjewendiya xwe bigere, û bibe mînakê xortê  Kurdê yê delal û mihrevane, ew wisan li ser xwe dinivîsî.  ” Aliyên posîtîv!! Ez bi xulqeta xwe reşbîn im. Ev ne  di destê min de ye, dikim nakim jî jê rizgar nabim. Lê tiştên ku diqewimin reşbîniya min zêde dikin”.  
Jan Dost dibêje:” Nizane ku nivîskarî ne ji bo qezenckirina perane”
Belê Jan Dost nikarîbû ku li welatê xwe biqedîne, jiyana perîşaniyê, berdewambûna wî di dukanê de, û bera jibîr neke ku pirtûkxanên Mem û Zîn, û piştre pirtûka Bedir Xan ji wî re bibû kaniya vexwarina rewşenbîriyê ye, li vê pirtûkxanê hemû weşanên K Turkiya, Ewrupa, û îraqê dihate belavkirin, Em dikarin bêjin ew kaniya berhemên nuh ku bi dehan keç ( xortên rewşenbîr destkeftin ) sûde jê werdigertin, Kekê Jan bêbextî û bê wijdaniye gava tu li ser xelkê bi xerabî binivîsînî.
Ev tiştê ku Jan dibêje, Ne raste, li gorî ê ku xweşik li jiyan û pêvajoya karên ku kir ev bi sed pilie dûrî bîr û baweriyê wî ye, Gelo gava Jan Dost diçe cem cîgerê Hafiz El Esed (Xedam) û di Zenûbiya de ne ji bo peraye, Teqez û serê sedî hezar ji bo nandoziyêye. Gelo mahî û sosyalê têra wî  ne dikir?
An jî kêmaniyeke derûniye ku li ser vê kenala kirêt kesayitiya wî derkeve û her şev xelkên Kobaniyê lê binerin?!
Jan Dost nameya te xuyaye, pere her durşma te ya bingehîne, Lê gava me dest bi weşana pirtûkên kurdî dikir bi dehan hebûn û heya niha jî newêrin berhemên xwe derxînin, Me bi  çapkirina pirtûkan tu perên heja qezenc nekir, bi hezaran Dolar ji me re nehatin! Û armanca me ne pere bû wekî Tu ji bo pera û xweşiyê tu reviya Ewrupa û tu ji vê Kenalê diçe vê kenalê?! Eve nandozî eve simsarî, ev xwefirotin, xwefirotina raman, kesayetî, mirovatî, bîr û bawerî, û ew êmêlên ji te re hatin xweş bersivin, û mafên te dane te.
Ez nizanim gelo hîn tu ji kabûsa çûna Zenûbiya rizgar bûye yan na? Ew çi wete bû ku te berê xwe da Zenûbiya, Qiralgeha wê bû an jî danheva pera bû, helbet ev pirsgirêg wê bi te re bimînî heye gore, Pîroz be. Jan Dost dibêje:”A eve xizmeta min jibo kurdan. Niha jî ku hinek dibêjin heyxayin”,  Mixabin û heyf sed mixabin ku nivîser wisan mineta nivîsandinê li gelê xwe bike, Bira her kes  pêşî ji xwe re dahênana xwe rist dike, paşê em ji milletê xwe re dinivîsînin, û yên ku tenê nivîsên Işq û evînê ji xwe re dinivîsînin.
Ez li ber hin nerînên te matmayî dimînim, tu rexna fikrên Faşizmê dikî, tu bi lez û bez destê xwe xiste destê xwînmijê Kurdan E Helîm Xedam, birastî ez dikarim jê re hewlbidim ku ev simsarî û bazirganiya firotineke erzan, xax e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…