Pêşveçûna Mafên Mirovan û Demokrasî-6

Selman Xelîl
Wergêr: Besam Mistefa

Daxuyaniya nêvdewletî ya mafên mirovan 1948

Giringtirîn daxuyanî ye di sedsala 20-an de, hemî maf û erk û azadiyên ku mirovayetiya mirov û rûmeta wî diparêzin, bixweve digire û têde pêşgotinek û 30 bend hatine dariştin, di bendê yekemîn de tê gotin ku (Hemî mirov bi azadane ji dayik dibin, wekehev di rûmetî û mafan de, xudan hiş û wîjdan in divêt bi giyanê birayetiyê bi hevudû re danûsitendinê bikin).
 Di hemî bendên xwe de, daxuyaniya nêvdewletî ya mafên mirovan tekez kir li ser mafên mirovan di warê azadiya takekesî û azadiya nerîn û ramanê de, di gel parastina mulikdariya taybet û mafê kar û fêrbûnê û mafên dayiktiyê û beşdariyê di rêvebirî û desthelat û vehestin û mafê regeznamê û bawerî û qedexekirina îşkencedanê û hurmeta xaniyan….htd.
Herdû peymanên nêvdewletî yên mafên mirovan 1966
Ev herdû peyman gaveke giring in berbi parastina yasayî ya mafên mirovan li ser asta navnetewî:-Peymana nêvdewletî ya taybet bi mafên sivîl û siyasî-Peymana nêvdewletî ya taybet bi mafên aborî û civakî û çandî. Van herdû peymanan hin prensîbên giring ji daxuyaniya nêvdewletî ya mafên mirovan birin, lê bi rengekî zelaltir û eşkeretir, û girêdana qahîm ya di navbera azadiyên siyasî û sivîl ji layekî û pîvan-krîterên aborî û civakî û çandî ji layê din ve, dan xuyakirin.
Civakên me yên ji demokrasiyê bê par
Dibe ku têgeha demokrasiyê yek ji kevintirîn têgehên siyasî be di nav hizrîna mirovî de, ku wek şertê yekemîn û sereke tê hejmartin bona misogerkirina tenahî û ewlekariyê û pêşdabirina civakan berbi riya rast û dirust ve û bicî anîna aramî û geşbûna aboriya takekes û civakan. Raste, asta ku civakên rojavayê gihîştinê de ji pêşveçûn û şaristaniyet û seqamgîriya siyasî û geşbûna aborî vedigere bo demokrasiya ku vîna giştî ya gelên wan civakan derdibire. Tevî kevinbûna vê tegehê û tecrubeya Ewropa ya demokratîk, hêşta gelên navçeya rojhelata navîn nemaze cîhana îslamî nizanin demokrasî çiye û civakên wê ji desthelatiyên demokrat yên bê par in. Desthelatên van civakan takekesî ne û dîktatorîk û dêspotîk in.

Dema ku civakên me ji nîrê dagîrkeriya biyanî rizgar bûn, û serxwebûna xwe bidest xistin, desthelatî kete destê leşkeran de di riya derbeyên leşkerî û yên dinê. Van leşkeran hin dezgeh û sazî ava kirin li gorî pîvan û şert û mercên avakirina dewleta modêrn lê belê ev sazî tenê dirûvî yan jî şeklî bûn, armanc ji wan rewakirina desthelatiya wan bû, ji ber ku realiteya heyî destnîşan dikir ku van leşkeran hertişt û hemû sazî û dezgeh xistiye bin kontrola xwe de û civak berbi leşkerkirinê ve hajotiye, û vîna giştî ya civakê bipaşguh xistiye, ku diviyabû serdestî ya wî bi xwe bûya di warê birêvebirina karûbarên xwe li gor yasa û qanunan, û li gorî destûra ku maf û azadî û rûmeta wî diparêze, wateya vîna giştî di du waran de tê xuyakirin herdû jî girêdayî serweriyê ne li gorî dîtina Can Cak Rosou. Warê yekem, serwerî nabe bête guhêrandin dema ku dibêje:” Dibe ku desthelatî ji layekî veguheze bo layekî din, lêbelê vîna gel nayête veguhaztinê.” Duyemîn, vîn nayête dabeşkirin ji ber heman sedemê li jor gotî, tenê du rê hene yan divêt vîn giştî be yan berovajî wê be, yan divêt îradeya tevahiya gel be, yan jî ya beşekî jê be, di rewşa yekem de ew dibe derbirîna serweriyê, bi karê yasayê radibe, lê di rewşa duyemîn de îradeya gotî tenê îradeyeke taybet e wekî biriyarek yan mersûmek anku sîstema desthelatiyê divêt li ser bingeha îradeya gel bête avakirin û rêzgirtina vê îradeyê û hêza qanunê, neku qanuna hêzê wek ku aneha di civakên me de heye; civakên desthelatên takekesî yên reha. Rêvebirên me desthelatên xwe pîroz dibînin û xwe wek xelîfeyên Xweda li ser rûyê erdê dibînin-li gor wan û di riya wan de karûbarên memlekta wî tête birêvebirin, anku desthelata wan ji ya Wî bi xwe ye-û desthelata wan papoyî ye ji ber vê çendê ku desthelatdar dikevin şûna Xwedayê ku bavê rasteqîne yê hemû mirovaye, li gor vê yekê desthelata wan divêt reha û bê sînor bêt û ne ciyê nerazîbûna xelkê bêt tanî ku desthelatdar zulimkar be jî, ne ji mafê gel e ku nerazîbûna xwe nîşan bide der barê sitem û dêspotîzmê û tundûtîjiya wî ji bilî di riya pêşkêşkirina rehmexwestinê de tevî pêşkêşkirina mezinahî û rêzgirtina bê dawî ji desthelatdar re! Nav li vê dikin bîrdoziya mafê xwedayî ê pîroz ya desthelatdar ya ku ji aliyê Bosoyeh ê firansiz ve hatiye danan û ji aliyê desthelatdarên me ve tête meşandin ji ber vê em ji bilî tepeserî û gendelî û xerckirina malê gel wek ku Abdulla Arawî dibêje, ji wan nabînin. Hêşta vegotina Kewakibî ku beriya zêdeyî 100 salî gotiye rast e sebaretî civakên me, dema ku ew dibîje: “Sitemkar karûbarên xelkê li gor vîna xwe ne ya wan birêve dibe, wan li gor xwestekên xwe ne şerî`eta wan birêve dibe, û xwe dide nîşan dan wek zulimkar û êrîşker û piyên xwe datîne ser devê milyonan xelk û nahêle ew gotina rastiyê bibêjin yan jî daxwaza mafên xwe bikin”.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…