Gerek biçûk li paytexta Ûrdinê.. Eliyê Seydoyê Goranî (2)

 Siyamend Brahîm

Piştî du rojan ku ez baş li Emmanê  paytexta Urdinê geriyam, min berê xwe da nexweşxaniya Urdinê ku li wir Dr Eşref Eliyê Seydoyê Goranî pêşwaziya nexweşên xwe dike, li wir gava ewî bi pêşwaziyeke xweş hate pêşiya min, û piştî ku min ser saxiya we xwest, min jê xwest ku ez herim seredana goristana wan û piştre ez herim mala wî, Camêr gelekî kêfxweşiya xwe anî û gote li ser çavan, û ji şofêrê xwe yê Filistînî (Mehmûd) re xwest ku sibehê here ciyê cînişbûna min ê li Emmanê û malbata bavî wî pêş min bike
li vir ez hez dikim ku bûyereke bêteşe bêjim, bûyera ku tu caran nayê hiş û bîra kesî, belê Mamoste Selah Sedellah zavê Celdet Bedir Xan ew jî min ew li kilinka Bijîşkayiya Dr Eşref Seydo El Goranî re dît, me xêr hatin li hevdû da, û em bi hev re çûne seredan û dîtina vêlla Eliyê Seydoyê Goranî, Em li (texiya) Bijîşk Eşref siwarbûn û me berê xwe da taxa Um Uzeyna, li wir me birayê (Elî Seydo El endezyar Ihsan Goranî dît û ew hate pêşwaziya me, Ihsan ewî li Emerîka kolîca çandiniyê xwendibû, û ji xwe re jineke Emrîkî anîbû.
Li vir rengê vêlla wî ne wekî yên dinin, ango tu durvê payebûna raxistina tiştên buha tunebû, çirayên kirîstalî kêmbûn, tu ew pilana beloq tunebû, teqez bendewariya Elî tev li ser rêzkirina pirtûkên xwe û dabeşkirina wan li gorî zimanên ewî xweşik bi rêk û pêk xweşik danîbû, û li hemû dîwaran pirtûkgehên biçûk cihê xwe girtine, ji mêvanên xwe re dibêje: Vame ezim, ez li vir, li biyanitiyê cardin jî li ber destên lêklonerekî kurd re bihna berzbûna çiyayê Kurdistanê difûrînim.
Li Villayê herî pirtûkên balkêş ewên (kombenda Kawa) bû ew pirtûkên ku ji paytexta rewşenbîriyê Beyrûta delal dihat, û pirtûkên bi zimanên Ingilîzî, Ferensî, Elemanî û pirrên wan yê Erebî bûn.
Û li dîwarekî, ango li salona villayê Yekîtiya nivîsrên Kurdistanê û bi imza Nafie Eqrewî hatib imzekirin rêznameyeke bilind dabûnê,
Û di dawiyê de piştî em baş li vêlla mamoste Eliyê seydo geriyan Ihsan Seydo ez û mamoste Selah em birin mala xwe û me qehwakî tal vexwar, û hin serpêhitiyê xwe yên malbatî gote me.
Eve mamoste Eliyê Seydo El Goranî bû, li xakê biyanitiyê bihna kurdayetiyê ji hemû xelayên giyanê wî difûriya, Kurdistanê ji bîr û bala wî şevenga Kurdistanê ne diçû

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…