Di 28.07.2009an de komîta sala borî ya birêvebirina mehricana helbesta kurdî li derveyî welêt, banga komcivînê di gelek malperan de weşandibû. Di daxuyaniyê de hemû nivîskar û helbestvanên rojavayê Kurdistanê ji bo damezirandina komîta îsal (2009) di 23-08-2009ê de hatibûn vexwendin, mexabin tenê pênc nivîskar amade bûn, ji wan sê kes ji komîta sala par bûn, her pêncên kesên amadebûyî dê bi kar û barê Mehricana Helbesta Kurdî 2009an rabin ew jî ev in: Keça Kurd, Arşevê Oskan, Elî Cafer, Qado Şêrîn, Xunav.
Hêjayî gotinê ye ku ji sala ku helbestvanê nemir Cegerxwîn koça dawî kiriye, mehricana helbesta kurdî li rojavayî Kurdistanê lidar dikeve, û çend sal in ku li derveyî welêt jî berdewam dibe.
Komîta Mehricana Helbesta Kurdî 2009.
23.08.2009

Şîrove (0)