Şihîna binefşê ji dilekî dîn tê!


Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Dengê te kaniyek e;
tîbûna min têr dike.
Çi xweş e,
gijbûna hestên min aram bike.
Dengê te derbasî şaneyên hiş dibe,
li bin sîbera şeva nazik
koçka razeyên min bilind dike.
***
Gava kanî hebe,
cobar jê diherikin.
Gava asîman bi ewran giran be,
baran dibare.
Gava dil bi hêz be, xwîn li damaran digere.
Û gava çav li himber çav be,
kulîlkên hezkirinê geş dibin.
***
Pêjna heyvê,
min dike perperîk;
li valahiya jiyana te difirim.
Ez bi xwe çengê pêjna te me,
bi te, bi hêz dibim.
Min veke,
pertûkek im.
Min veke,
 gulek im.
Min veke
ew dilê di sînga te de lêdide ez im.
Min bibîne,
navê te li ser rewrewka afrandina min e.
Ji te hatime
û bi şaxên te ve dihilperikim.
Di nav wan mijgûlan de berxikekî piçûk im,
li buhareke geşbîn diçêrim.
Li ber kaniya çavên te me,
tî nabim;
mafir ko roniya te li ser dilê min e.
***
Li bal min
buhatirîn tişt e.
Gava ew tilî bi min re diaxifin;
li ser zimanê wan, çapa ramûsanên xwe dişopînim.
Di nav tevna nerîna te de dîl dibim,
nema dizanim peyvên geşbîn ji kû bilivînim?
Te hevok kirine kulma buhara xwe de
û bi fireşteyên kenê xwe min didî nas kirin.
***
Her sibeh ko bihna te dikim;
pelgên matmayî divebin.
Sîngê!
min got deştên te pîroz in;
dikarim sîwana aramiya xwe li ser vegirim.
Dema ber bi sînorên te ve hatim,
evîn di canê min de keliya.
Bi xaka te ve hatim girêdan
û li asîmanê te bûm penaber.
Li aso û li zemîna ramana min,
tîpên navê te weke keskesoran hatin meyandin.
***
Eger tu lavlavka baxçeyê min ba,
minê her sibeh, helbestek bi te re bipêça.
Guldankên dîwanan li hêviya tovê bişirandina te ne,
cihokeke hest li ber axa rehên te diherike.
Tu dibî dareke jîn,
dema destê te digirim;
sirûda can ji nû ve hênik dibe.
***
Zimanê bêdengiya te,
hêza te di hundirê min de gûrr dike.
Bi her zimanî dizanim,
her bêjeyê di dilê xwe de dibêjim.
Tu devoka heyvê yî,
tu zimanekî taybet î.
Dikarim pevekên bêdengiya te rave bikim,
dikarim hêminya te li pişta aramiya xwe bar bikim,
dikarim her du zimanên bêdeng li hev ewle bikim,
û hergav dikarim di wê bêdengiyê de avjenînê bikim.
***
Sobelana min
di derya çavan de
movikên jiyanê bi min dide nasîn.
***
Min dizanî bû,
ko li himber min Cibrîl dixwîne,
û min dizanî, nû li himber dibim Pêximber.
Min dizanî bû,
ew germa te rewanê min av dide.
Mignatîka te
hişê min girtiye,
afrênerî berberojk e,
sibehê ta êvarê roka diyar
wek neynikekê min li dûv xwe digerîne.
***
Tiştekî ji te navêm!
Navê min bi kenê xwe bipêçe.
Bila li ser şekrokan bibe berg,
li cejnan min diyarî şahiya zarokan bike.
Li tariyê roniya min diyarî hêviyekê bike.
Li kolana girnijînê,
min dê di lêvên xwe de biçîne;
Da ko li ber wê peravê herdem xewnedar bibim.
***
Ji min netirse,
serê min li ser pala te ne kevir e!
Ji min netirse,
birûska min di hewrên te de, ne agir e!
Ji min netirse,
hilmek im,
divêm di bihnvedana te de bijîm.

Alain
22.08.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...