Gotar

Çirak Vemirî

Zinar Mistefa
 
Navê wî ( Dênîs) bû . Wê du sal û nîve dîtir , bakirbanêde (Dr. Dênîs).Lê feleka zalim û bêbext lê qulipt,û di encama bûyereke tirafîkî de , roja çarşembê 11-10-2006 an ,wî  jiyana xwe ji dest da.
Dênîsê Lezgînê Mele Tahir , yek ji wan şagirtên herî hêja bû di fakulta bijîjkiyê de – Zanîngeha Şamê- Hê  ji  destpêkê  ve , di ( dibistana serete de ), stêrka wî diçirisand  Dênîs (dibistana ortê) bi serbilindayî kutakir , û yê yekemin di herêma (Cizîra Sûrî) de derket .Wî 288 xal ji 290 xalî anînbûn.
Di (lîseyê de), dîse rehmetîyê Dênîs biserdikeve, û 235 xalan ji 240 xalî dibe .
Bajarê Qamişlo,  bi xelkên xwe ve, li ber mirina Dênîs dikeve . Ji ber ku ; ew xortekî bi rêz û giran û zîrk bû.
Bavê Dênîs (Dr. Lezgin ) gelek hêvî , di paşerojê de , ser kurê xwe danîbûn . Lê hezar heyf û mixabin , ku merema wî bi cih nebû , û mirinê ew xwendekarê hêja ji nav me bir
Em sersaxiyê ji Dr. Lezgin û maliyên wî re dixwazin. Bila hezar hezar rehmet li giyanê Dênîs bibare.  
 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…