Aram û reseniya dengê Mezopotamya

Azer Osî

Dîsa qederê dilsozekî giranbuha, dengxweşekî bê hempa, ji nava civaka Kurd û Ermeniyan radestî cîhana din kir
ne ku van rojan tenê Aramê Dikran bi nirx bû, lê berî wê jî pir kurdan qedrê wî digirtin û di dilê wan de cih digirt

wekî din Tevgera rêzgarî xwaz ya gelê Kurdistanê li bakurê Kurdistanê di bin rêberiya PKKê de jî pir bi rêzgirtin nêzî Aramê nemir dibû.
Aram di jiyana xwe de, û bi taybet ya hunerî de, bi riya sitranên kurdî hemû êş û derdên Ermeniyan û kurdan dianî ziman, û rojekê ji rojan ew ji pirensîpên xwe venegeriya û xwesteka bavê xwe, ta xuleka dawî ji jiyana xwe pêk anî, wisa dilsoziya wî diyar dibe, wisa zelaliya wî eşkere dibê, wisa wîna wî li hemberî neyarên jînê destnîşan dibe….Eve Aramê Digran, Aramê ku di destpêka tevgera kudî de jî pêre dilsoz bû û wekî ku dizanî wê ev tevger hemû Xwestekên wî pêk bîne…wisa bi cimbişa xwe, bi tiliyên hevir mêşî, bi tenikiya hestên xwe qîriya û Bilbil û Dîlber her dem sembola wî diman
Min pir caran Aramê nemir dît û min pir helbest danê…wê demê min dizanî bê çiqasî Aramê Dikran ji helbestên kurdî hez dike, çiqasî ew helbest nêzî eşa dilê wî ne, wî ji kêfa re nema dizanî çawa sipasiya min bike ..Ew dîtin di salên 1997 /1998/2000 de  Li Şamê û Helebê bûn.
Aram dengekî cuda bû, sitranên wî jî neqawî bûn wekî Sitrana ( Ey Dîlberê ),( Şev çû ),
(Tez kalkirim bi ciwanî
lê ez xort bûm tû baş zanî
Pelê dara min te weşand
buhar çû, te payîz anî)
( Ey lo lo Delal ey lo lo delal )
û her wisa tev sitranên wî….Aramê nemir pir geriya, koçber bû, zor û astengî pir dît, lê ew wekî xwe, wekî kesayetiya xwe, kesayetiya reng û xemla Mezopotamya ma, bi çiyayên kurdistanê serbilind dibû, hêrs digirt, bi semax dibû, û çayê Gabarê di kesayetiya qehremanê kurd de Egît cihê şehnaziyê li cem wî dima
ji xwe sitrana wî ya Çayê Gabarê wê her nifşên kurdan her dem bibêjin û Aramê nemir her dem û dem di bîra xwe de bînin û wî zindî bikin.
Aram wisa bi hesanî bi çend hevokan, yan bi helbestekê, yan jî bi gotarekê nayê ziman, ew mîna dîrokê ye, dîroka ji êş, komkujî, koçberî,qehremanî hatiye rêsandin, dema ku merov Aramê nemir şîrove bike divê ew hemû tiştên pêşî bêne şîrove kirin, ta ku em hinekî ji mafê vî camêrî, vî dengxweşî, vî dilsozî bidênê……lê ez bawerim wê kurd vê yekê bikin û wê wî mîna lehengekî pêşwaz bikin, û wê Aramê dikran di dilê xwe de bi hêlîn bikin, ew Hêlîna ku lê digeriya, li ser distira …ew hêlîn dilê her kudekî ye û wê ew, bilbilê wan hêlînan be…de razê Bilbilê min de razê, di xewa şêrîn de de razê..
tû mîna çemekî bê rawestan bû, balindeyekî bi raman bû, çiyayekî têr dar û ber bû…
tê bê û emê te hembêz bikin…
em xatir vê carê ji te naxwazin, ji ber her kêlîk û kêlîk tê bi me re bî, tê hevalê meyî rasteqîn bî
ez ji te xatir naxwazim Aramê min

Elmanya 11.08.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...