BEHÎNAME

Oxirbe mamosteyê hunera gelê Kurd Aramê Tîgran Oxirbe

Em hunermendê rojavayê Kurdistan Me bi dilekî xemgîn nûçeya koçkirina dawî a hunermendê internasyonal Aramê Tîgran bihîst. Aram xwediyê kesayeteke azad û bihêz bû ku heya katjimêra xwe a dawî girêdayî çand û hunera gelê Kurd û di pêşxistina çand û hunera kurd dee xwedî erik bû.

Em li ber stran û awazên hunermend Aramê Tîgran mezin bûn û emê bi hemî hêza xwe li mîrasa ku nemir Aram ji me re hiştiye xwedî derkevin.
Here bilbilê gelê Kurd oxirbe ji  te re.

Here mamoste, bi deng û awazên xwe civata pênûsa azad a ku li goristana deriyê ruhayê li benda hatina teye xweş bike.

Here bera bircên keliha Amedê li ber strana te govendê bigre
Here cihê ku  kulîkên azadiyê lê vedibin cihê hêviyên xwe, oxirbe mamoste oxirbe.

Em ji malbata Tîgran û hemî  hizkiriyên strana Aram re sersaxiyê dixwazin û êşa koça wî bi wan re parvedikin û dibêjin bera serê wan û gelê Ermenî û gelê Kurd saxbe û ji xwedayê dilovan dixwazin ku cihê  mamosteyê nemir buheşt be.

S.Ç.H.R.K
08.08.2009 Almanya

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…