Dr. Heznî Haco
heznihajo@hotmail.com
heznihajo@hotmail.com
Ji dema ku DUO Erdogan û Gul ji bavê xwe yê derûnî Erbekan veqetiyan ta niha, weke Tsûnamiyek bi hêz rêxistinên sistemê, heger ne ji qurm rakiribin jî, ew nîvmiri hiştin. Vî cotikî, piştî yek ji wan li Stenbolê (Erdogan) û yê din (Gul) li Enqera paytext, serokşaredariya van her du bajarên sereke, bi dest xwe xistin, karek kesnedîtî pêşan dan, rêxistinek bi navê AKP afirandin û mina patozek nû ji fabrîkê derketibe, dest bi paleyiya dengên hilbijartinan kirin.
Di hilbijartinên parlemento yên 2002 de 34% û di yên 2007an de 46% deng wergirtin. Partiyên ku navên wan bi siyasetmedarên salên 80 û 90 weke Demerel, Mesûd Yilmaz û Çiller ve hatibûn girêdan, hatin xesandin. Rêxistinên çepan ji xwe toza wan jî hew hat xuyakirin.
Tevgera Azadîxwaza Kurd ku di 15 tebaxa 1984an destpê kiribû, di dawiya 80êyan de geş bibû û hêdî hêdî, bi saya serê têkoşerên serê çiyan û di ware sivîl de bi partiya DEP, HEP, DEHEP, HADEP û dawî jî DTP ku rayên xwe, kûr diberdan tevahiya dezgehên svîl, bi taybetî yên girêdayî sindîqe û şaredeariyan, çi nemabû ku ew jî li ber vê Tsûnamiyê şikesteyek mezin bixwe.
Sedemên ku dikaribûn vê şikestekê bi xwe re bînin pirr reng bûn. Yek jê ew bû ku cara yekemîn bû vê rêxistina nû (AKP) rûpelek cuda ji demokrasiyê – berevajî rêxistinên din ên sistemê – da diyarkirin. Sedema duyem, ya herî bive ku dikaribû di hilbijartinên 29 adara bûrî de, sabûnê bixe bin lingê gelê me de ew bû ku pirr bi hostayî li hestên oldarî yên gelê me xistin. Sedema sêyemîn ew necomerdiya dûr ji hest û têgeha mirovayetiyê ku mejîgeniyên vê partiyê roj li nîvro xwestin xizanî û hejariya insanê kurd ji xwe re, bi çend tiştan devşîrîn bikin, wî bi Quranê bidin sûndxwarin û dengê wî bikirin.
Berî hilbijartinên parlemento, yên sala 2007an, serokwezîrê tirk Erdogan xwe kir demokratê vê cîhanê û soz li pey sozê ji kurdan re barandin ku dê pirsa kurd çareser bike. Ji xwe ew bû ya ku sabûnek pirr şayik xist bin lingên me, em pê xapandin û 75 parlementer bi nave “parlementerên kurd” bi xwe ve parçîm kirin. “Parlementerên” ku ne bi tiliyekê, lê bi her 10 tiliyên xwe “tezkera” ketina başûrê Kurdistan “xemilandin”.
Lê xweşbextane gelê meyî bakurî ji ezmûnên xwe sûd wergirt û kete rêça ku rêvebirên wî jê re destnîşan kiribûn, rêvebirên ku weke ku min berî niha di gotareke xwe de gotibû ku ew ne li ser seradê û ne jî li ser bêjinge man. Moxil jî derbaskirin û bûn cihê baweriyek asê.
Encamên van hilbijartinên herêmî dilê kurdên her çar parçan bêindaz xweşkir, tevî ku ji me rojavayî û başûriyan re tiştekî seyr e ku kurdek dengê xwe bide rêxistinin tirk. Ez ne şas bim ji rojhilatiyan re jî ev yek nayê daqurtandin. Pirrên me ku rewşa bakuriyan, ên ku ji damezrandina komarê li ser destê Mistefa Kemal ta roja îro, di ber çavan re derbas diken jî, lê dîsa em matmayî dimînin ku piştî têkoşînek 30 salî, hînjî kesin peyda dibin ku dengên xwe didin rêxistinin tirk î nejadperist mina CHPe û MHPe?!?!
Erê bi mirov nexweş e ku kurdên parêzgehên weke Xerpêtê, Meletiyê, Mereşê û Rihayê, dengên xwe bidin rêxistinên sistemê, lê ta radeyekê tê guvitandin ji ber ku xebata tevgera kurd î nûjen nikaribû zora asîmîlasyona ku li van deverên nêzîkî sînorê tirkan hatibû bêtonkirin, hilweşîne.
Xuya ye ku hilweşandina vê asîmîlasyona bêtonkirî di demek kurt de ne hêsan e. Barê giran – di gava yekemîn de – dikeve ser mile tevgera sivîl, bi taybetî zanebûn, jêhatîbûn û dest paqijya serokşaredar û encumenên wan, lê jê ne kêmtir dikeve ser mile birêvebirên Qendîlê, yên ku hêviya herî mezin bi wan vet ê girêdan.
Piştî ku ev cotik têgihişt ku gelê kurd û rêvebiriya wî têra xwe hişyar bûne û êdî nema bi hêsanî tên xapandin, xwesten serketina kurdan di hilbijartinên herêmî de weha bidin diyarkirin ku qaşo ew vê biryara gelê kurd dipejirînin û berpê tên irade wî di ber çavan re derbas bikin. Serokkomar ne carekê û ne li cihekî bi tenê ji raya tirk, a herêmê û ya cihanî re got ku “pirsa kurd pirsa sereke ya Tirkiyayê ye û dive “mutleqen” were çareserkirin”.
Di vê navberê de ne tenê rayedarên tevgera kurd, şivanên ber pez li serê çiyan jî gotin: Xweşxeber e, lê me jê nebawer e. Em ji soz û gotinan têrbûne. Em li benda karên berbiçav in. Karên ku di destûrê de werin misogerkirin.

Bûyerek dinî dilgeşane bi hilbijartinên li başûrê welêt rûda. Dilgeşane ye, ji ber tevî çend kêm û kuriyan jî – ku carûbar li dewletên pêşketî jî tên dîtin – serê me li ber netewên hawîrdor bilind kir. Her du rêxistinên sereke, PDK û YNK, bi hemu hêza xweyî çekdarî, aborî, têkoşîna xweyî dîrokî û bi dezgehên xweyî ragihandinê ve, nikarîbûn rê li ber guhertinên ku dihatin xwestin, bigirin. Rêzdarek weke Mesûdê Barzanî di çavê gelê xwe de – li her çar parçan – gewretir bû, ku ne 99,99% deng wergitin. Kurd, li her çar parçan çavlirê ne ku bi hatina opozisyonek xurt, dê bi saya serê gengeşenin zîrek û sûmendane, parlementoya nû têxin tevgerek weha ku qanûnin baştir û nûjentir ji gelê me re biafirînin. Parlementoyek ku bikaribe bihêztir bide pey diyardeyên ne li rê ku ji serokwezîr ta biçûktirîn karmendên saziyên dewletê bikeve, bişopîne, control bike û heger pêwist be, wan radestî dadgehan bike.
Li Îranê jî nîverdhejek pêkhat. Xweşbextane birayên me yî rojhilatî bi hêminî û aramiyek zîrekane tevgeriyan. Xwe nekirin mertal ji hovîtiya pasderên ku li behaneyek hew jê biçûktir digerin da ku “cihadê” li hember wan ragihînin. Hînjî bi sedan Xalxalî di nav vê sistema paşketî de hene ku rojane gencên me li sêdaran didin bê ku yekî weke Sûlana, “şûrkêşê” mafêmirovan, hest pê bike ku bizmarek ji binê pêlava wî ketibe.
Mixabin, bibêje çendîn rewşa van her sê parçan wireyan bilind dikin û hêviyan hil didin, rewşa vî parçe me, heger muyên mirov neşikînin jî, lê pêşerojek zelal û bextwer jî nediyar dike. Gelo kesek ji vî gelî û ji ji endamên her 13-14 rêxistinên me heye ku heftxweziya xwe bi bi dema Dr. Nûredîn Zaza nay ne? Ez çavsorî û çewsandina dezgehên ewlekariya dewletê ji encama vê rewşa malwêran naşom. Pirraniya kom, çîn û regezên vî welatî dikin kazkaz, lê tevgera me yî bi sed şax û per e, ya ku pêşerojê ber bi mij û moranê ve dibe. Her ev rewşa kambax e ya ku vêce wijdanê rewşenbîrên bi rûmet birindar dike û wan hêdî hêdî dixe tevgerê.

Ka ew roja ku rewşenbîrên me jî lihev babanin, mil bidin hev û pêlvedana vî wijdanê birîndarkirî xurttir û belavtir bikin?